Komeleya Mafên Mirovan: Di 6 mehên pêşî de li bakur 1804 binpêkirin hatine tomarkirin

Diyarbekir (K24) – Komeleya Mafên Mirovan raporta binpêkirinên mafên mirovan ên Bakurê Kurdistanê aşkere kir, ku li gorî sala borî kêmbûnek watedar derneketiye holê û bal hate kêşan ku her çiqas nêzîkî 2 salan e pêvajoya çareseriyê hebe jî, binpêkirinên mafên mirovan ên girêdayî çaresernebûna pirsa kurd berdewam e, mafnas balê dikêşin ku binpêkirin didin nîşan pêvajoya çareseriyê hîn nekariye ji Enqereyê derbikeve.

Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir ve derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên 6 mehên pêşî li Bakurê Kurdistanê rû dane de raportek hat ragihandin. Li gorî raportê li Bakurê Kurdistanê 6 mehên pêşî de 1804 binpêkirin rû dane. Li gorî raportê 38 jin, 11 mêr û 10 zarok hatine kuştin û di gelek qadên jiyanê de binpêkirinên mafên mirovan berdewam in. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan balê dikêşin ku her çiqas nêzîkî 2 sal in pêvajoya çareseriyê heye û şer û pevçûn rawestiyane jî ev yek di raportên binpêkirinê nayên dîtin û pêvajo ji Enqereyê derneketiye.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Suzan Mehmetoglû ji K24ê re got: “Pêvajo ji Enqereyê derneketiye, civaka tirk û rayedarên dewletê hîn jî wek berê tevdigerin, ji ber vê yekê jî binpêkirinên mafên mirovan berdewam in.”

Raporta Komeleya Mafên Mirovan balê dikêşe ku hîn jî di nêrîna sazî û rayedarên dewletê de li dijî civaka kurd pêşdaraziyek heye û dewletê nekariye li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya ewlekariyê biterikîne, ku ev yek di berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan de hêmanek bibandor e.

Berpirsê Komeleya Mafên Mirovan a Bakurê Kurdistanê Tahîr Saçak got: “Dewlet hîn jî bi polîtîkayên ewlekariyê tevdigere, bi taybetî ser 3 xalan binpêkirin didomin ku yek jê binpêkirinên mafên girtiyan li girtîgehan e, ya duyem binpêkirina mafên xwepêşandanê ye ku bi awayeke tund mudaxale li xwepêşanderan tê kirin, ya sêyem jî kuştina jin û zarokan e.”

Komeleya Mafên Mirovan bang dike ku dema komisyona çavdêriya yasaya pêvajoyê di bin banê Parlementoya Tirkiyeyê de were avakirin divê ji saziyên sivîl jî nûner di komîsyonê de beşdar bin, da ku bandoreke erênî li kêmkirina binpêkirinan bike.