Liu Jun: Çîn veberhênerê yekem e li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê di dawiya erkê xwe ya dîplomatîk de ragihand, Pekîn veberhênerê yekem e li Herêma Kurdistanê û ji sedî 10ê tevahiya veberhênana biyanî pêk tîne. Herwiha tekez kir ku Çîn hevkareke pêbawer a gelê kurd e û Herêma Kurdistanê jî wek "welatê xwe yê duyem" dibîne.

Konsolê Giştî yê Çînê Liu Jun di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re, behsa ezmûna karê xwe yê li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku piştî zêdetirî sê salan ji xizmeta dîplomatîk a li Hewlêrê, erkê wî bidawî dibe.

Dîplomatkarê çînî destnîşan kir ku di heyama van sê salan de, ji bo kûrkirina têgihîştina hevbeş û xurtkirina têkiliyên dualî gavên pir girîng hatine avêtin. Dîplomatkarê çînî destnîşan kir ku ew ê bîranînên xwe yên van salên li Herêma Kurdistanê ti carî ji bîr neke.

Derbarê pêwendiyên aborî û bazirganî de, Konsolê Giştî yê Çînê aşkere kir ku niha welatê wî veberhênerê herî mezin ê li Herêma Kurdistanê ye û got: "Qebareya veberhênanên Çînê gelekî mezin e û niha ji sedî 10ê tevahiya veberhênana biyanî ya li Herêma Kurdistanê pêk tîne."

Di peyameke xwe ya ji bo gelê Kurdistanê de jî Liu Jun got: "Çîn her tim hevpar û dostekî pêbawer ê gelê kurd e" û hêviya xwe anî ziman ku ligel Herêma Kurdistanê di pêşxistina aborî û bipêşvebirina civakî de hevkariya wan berdewam be.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Liu Jun bal kişand ser aliyê mirovî û civakî yên ezmûna xwe ya li Kurdistanê û ragihand, ew Herêma Kurdistanê wek welatê xwe yê duyem dibîne.

Liu Jun sedema vê hestê jî wiha anî ziman: "Di dema mayîna xwe de, min ji nêz ve hest bi germahî û mêvanperweriya gelê kurd kir û min gelek dostên baş nas kirin. Ji ber vê yekê, li derveyî nîştimana xwe ya li Pekînê, ez Herêma Kurdistanê wek duyemîn welatê xwe dizanim."