Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Kemal Şakir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de pirse û sersaxî li malbat û kesûkarên sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Şakir kir û got: "Ez hevparê xemgîniya wan im." 

Deqa peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: 

Pirse û sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên rehmetî Kemal Şakir, sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim û ez hevparê xemgîniya wan im. 

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî. 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 
Mesrûr Barzanî