Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga derçûyên Zanîngeha Amerîkî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ahenga derçûna xula 7emîn a xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê birêve diçe.

Biryar e êvarîya îro 17ê îlona 2026an, bi beşdarbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku di heman demê de Serokê Desteya Emîndarîyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ye li Dihokê, merasîma derçûna xula heftemîn a xwendekarên zanîngehê bê lidarxistin. 

Di vê xula derçûnê de 122 xwendekar ji 4 kolêj û 8 beşên cuda bawernameyên xwe werdigirin. Piraniya van derçûyan zarok û kesûkarên şehîdan in ku xwendina xwe li vê zanîngehê bi awayekî bêberamber bi dawî anîne.

Beriya destpêkirina fermî ya ahenga derçûnê, biryar e beşa nû ya navxweyî ya ji bo xwendekarên kur were vekirin. Ev avahî ji 6 qatan pêk tê û xwedî şiyana hewandin û bicihkirina 200 xwendekaran e. Avahiya nû li gorî pîvanên navdewletî hatiye amadekirin, da ku jîngeheke guncaw û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî xwendekaran bike.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê sala 2014an bi destpêşxeriya Mesrûr Barzanî hatiye damezrandin. Armanca sereke ya vê navenda akademîk pêşkêşkirina pergaleke pêşkeftî ya xwendinê ye li gorî pîvanên zanîngehên Amerîkayê, da ku bibe platformeke pêşeng li ser asta Iraq û herêmê û pêşengên siberojê di warên cuda de perwerde bike.

Ji bilî rola xwe ya perwerdeyê, zanîngeh salane mêvandariya çendîn konferansên navneteweyî û dîdarên girîng dike ku tê de serkirdeyên siyasî, akademîsyen û dîplomatkarên cîhanî beşdar dibin. Ev yek dihêle ku zanîngeh bibe westgeheke dîplomatîk û fikrî ya berbiçav li Herêma Kurdistanê.

Her wiha dabînkirina bursên bêberamber bo kesûkarên şehîdan, xwendekarên serkeftî û ciwanên jêhatî yên kêmderamet, yek ji erk û bernameyên berdewam ên vê zanîngehê ye ji bo xizmetkirina civakê û bihêzkirina şiyanên navxweyî.