Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Federal a Îraqê razîbûna xwe li ser cîgirkirina tîpên taybet ên zimanê Kurdî di sîstema kargêrî û dîjîtalî ya welat de ragihand, bi merema rêgirtina li şêwandina navên Kurdî di belgenameyên fermî de.

Parlamenterê Îraqê Pola Şehîd Sîrwan ji Kurdistan24ê re ragihand ku li ser pêşniyar û nivîsareke wan a fermî, razîbûna destpêkê hatiye dan ku tîpên "پ (P), چ (Ç), ژ (J), گ (G), ڵ (L a giran), ۆ (O), ڤ (V) û وو (û)" di sîstema elektronî û tomarên kargêrî yên hikûmeta Îraqê de bêne cîgirkirin, da ku ji vê niha û şûn de navên Kurdî di belgenameyên fermî de wekî xwe bêne nivîsîn û neyêne şêwandin.

Pola Şehîd Sîrwan herwesa ragihand ku ji bo parastina nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurd li Îraqê, bi taybetî li devera madeya 140ê, nivîsarek arasteyî Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Federal kiriye û razîbûn li ser hatiye dan. 

Navborî bal kişand ser wê yekê jî ku nebûna wan tîpan di sîstema elektronî ya hikûmetê de ne tenê pirsgirêkeke teknîkî bû, belkî binpêkirineka eşkere ya destûr û mafê welatîbûnê bû, ku bi sedema wê bi hezaran nav hatibûn şêwandin.

Parlamenterê Îraqê diyar jî kir ku li gorî madeya çarê ya destûrê Îraqê, zimanê Kurdî wekî zimanê fermî mil bi milê zimanê Erebî hatiye çespandin, lê ji ber nebûna wan tîpan gelek malbatên li devera madeya 140ê navên Kurdî li zarokên xwe nekirine, an jî wateya navan bi temamî hatine guhartin. Ji bo nimûne navê "ژیان" (Jiyan) bûbû "زیان" (Ziyan) û navê "ھەژار" (Hejar) bûbû "ھەزار" (Hezar), ku vê yekê jî metirsî li ser nasnameya neteweyî çê kiribû.

Pola Şehîd Sîrwan herwiha ragihand ku niha ji aliyê Cîgirê Wezîrê Navxwe ve têbîniya kargêrî ya pêdivî li ser wê nivîsarê hatiye kirin û ew nivîsar arasteyî pişka qanûnî hatiye kirin, bi merema şopandin û bicihanînê.

Piştî pejirandina destûrê Îraqê li sala 2005ê, li gorî madeya çarê wekî zimanê fermî di hemî dezgehên dewletê de îtîraf bi zimanê Kurdî hatiye kirin, lê ji ber pêşnexistina sîstema teknolojî ya guncayî di dezgehên federal de, welatiyên Kurd li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam rûbirûyî pirsgirêka şêwandina nav û nasnamayên xwe dibûn, di dema derxistina belgenameyên nîştimanî de, bi taybetî jî di karta nîştimanî û pasportan de.