Zêdetirî 843 hezar aware û penaberan li Herêma Kurdistanê dijîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî raporta Navenda Hevahengiya Qeyranan a girêdayî Wezarêta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo meha Tîrmehê, niha 843 hezar û 300 aware û penaber di çarçoveya 193 hezar û 163 malbatan de li Herêma Kurdistanê dijîn. Herwesa li gorî standardên navdewletî jî, her penabere û awareyekî rojane pêdivîtî bi 2.7 dolaran heye, ji bo dabînkirina pêdivîtiyên destpêkî yên jiyana rojane.
Duhî Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, li gorî raporta Navenda Hevahengiya Qeyranan a Herêma Kurdistanê, niha 843 hezar û 300 aware û penaber, 569 hezar û 310 kes di çarçoveya 114 hezar û 690 malbatan de pêk hatine, awareyên navxweyî yên Îraqê ne, herwiha 273 hezar û 990 kesên din jî ku 78 hezar û 743 malbat in wekî penaber li Herêma Kurdistanê xwecih in.
Li ser parvekirina cografî ya aware û penaberan, piraniya wan berê xwe daye parêzgeha Dihokê, ku 377 hezar û 416 kes in û dibe 44% ji hejmara giştî ya wan aware û penaberên ku li Herêmê xwecih in, li pey wê jî parêzgeha Hewlêrê li rêza duyê tê ku 331 hezar û 755 kes di nav xwe de hewandine bi rêjeya 40%, herwiha li parêzgeha Silêmaniyê jî 134 hezar û 129 kes dijîn ku dibe 16% ji hejmara giştî.
Ji aliyê pêkhateya neteweyî ya penaberan ve jî, piraniya wan a herî zêde welatiyên Sûriyeyê ne ku hejmara wan 256 hezar û 715 kes e, zêdebarî hebûna 8 hezar û 506 penaberên Îranî, herwiha 6 hezar û 726 penaberên Tirkiyeyê û 894 penaberên Filistînî, ligel hezar û 149 penaberan ji welatên din.
Li seranserî Herêma Kurdistanê 27 kampên aware û penaberan hene, bi rengekî ku 18 kamp ji bo awareyên navxweyî hatine terxankirin û 13 kamp dikevin sînorê parêzgeha Dihokê, 5 kamp li Hewlêrê ne û li parêzgeha Silêmaniyê ti kampeke awareyan nemaye, li beramber jî 9 kamp jî bo penaberan hatine danîn ku 4 kamp li Dihokê, 4 li Hewlêrê û yek kamp jî li Silêmaniyê ye.
Tevî hebûna van kampan jî, piraniya xwecihan li derveyî kampan xwecih in, bi rengekî ku ji tevahiya awareyan tenê 97 hezar û 430 kes ji wan di nav kampan de ne û zêdetirî 471 hezar kes ji wan li derveyî kampan dijîn, herwiha di nav penaberên Sûriyeyê de jî 90 hezar û 102 kes ji wan di kampan de mane û 166 hezar û 433 kes tevlî bajar û civaka mêvandar bûn.
Her li gorî rapora Navenda Hevahengiya Qeyranan, di Tîrmehê de livîna veger û hatina nû berdewam bûye, ku tê de hatina 868 penaberên nû û vegera 384 penaberan hatiye tomarikirin, zêdebarî hatina 5 awareyên nû û vegera 53 awareyan bo deverên wan.
Ji aliyê darayî ve, ev rewşa mirovî bargiraniyeke mezin li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çê kiriye, bi rengekî ku bo dabînkirina xizmetkariyên sereke pêdivî bi zêdetirî 850 milyon dolarên salane heye, ku xerciya wê ya rojane bi zêdetirî 2 milyon û 361 hezar dolaran û xerciya wê ya mehane jî bi zêdetirî 70 milyon û 887 hezar dolaran tê texmînkirin.