Li Bakurê Kurdistanê daxwaza li ser dersa Kurdî bi awayekî berçav zêde bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Daxwaza li ser hilbijartina dersa bijarde ya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî berçav zêde bûye; li gorî nirxandinan, tenê li parêzgeha Diyarbekirê pêdivîtî bi damezrandina zêdetirî 100 mamostayên zimanê Kurdî heye da ku kêmasî bêne tijekirin.
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Perwerdekaran Remezan Tekdemîr ragihand ku hejmara wan xwendekarên ku di dibistanan de dersa bijarde ya zimanê Kurdî hilbijartine, ji 59 hezar bo 86 hezar xwendekaran zêde bûye. Diyar jî kir jî ku ev zêdebûn nîşaneke zelal e ji bo bilindbûna asta hişyariyê û guhdana zêdetir a malbatan bi zimanê dayikê.
Di derheqa kêmiya hejmara mamostayan de jî, Tekdemîr eşkere kir: “Li seranserî Tirkiyeyê ji 153 mamostayên damezrandî yên zimanê Kurdî, tenê 42 mamosta li Diyarbekirê kar dikin, di demekê de ku li gorî şopandinan, niha tenê Diyarbekirê pêdivîtî bi zêdetirî 100 mamostayên din ên zimanê Kurdî heye, da ku daxwaza xwendekaran bi cih bê.
Serokê Şaxa Sendîkaya Perwerdekaran tekez jî kir ku xwendina bi zimanê dayikê mafekî sereke, xwezayî û bingehîn ê civakî û çandî ye, herwesa daxwaz kir ku girêdana pirsa zimanê dayikê bi pevçûn û pirsên siyasî bê bidawîanîn.
Remezan Tekdemîr herwiha got: "Divê pirsa fêrkariyê û misogerkirina mafê xwendina bi zimanê dayikê wekî pirseke mirovî û destûrî bê temaşekirin û ji aliyê perwerdekar û şarezayan vî warî ve bê yekalîkirin, ne ku ji aliyê siyasetmedaran ve."