Antonio Guterres êrîşa Hûsiyan a li ser Siûdiyê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, êrîşên çekdarên Hûsî yên li ser jêrxana Erebistana Siûdiyê bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku rêz li azadiya hatûçûna deryayî bê girtin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, parastina azadiya keştîvaniyê û çûnûhatina deryayî ya li navçeyê, bi taybetî li Tengava Bab el-Mendebê, girîngiyeke wê ya stratejîk heye. Herwiha nerazîbûna xwe ya tund li hember wan êrîşan ku keştiyên Erebistana Siûdiyê dikin armanc nîşan da û ew êrîş wek kiryarên “nayên qebûlkirin” bi nav kirin.Guterres careke din dubare kir ku divê hemû alî bi temamî rêzê li maf û azadiya hatûçûna deryayî bigirin.
Antonio Guterres duh li New Yorkê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) Casim El-Bidêwî kiribû. Ev hevdîtin li perawêza civînên xula 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî birêve çû.
Di wê civînê de, her du aliyan êrîşên milîsên Hûsî yên li dijî Siûdiyê û armanckirina navend û dezgehên sivîl bi tundî şermezar kirin. Her du berpirsan destnîşan kir ku ev cor êrîş gefeke rasterast in li ser ewlehî û aramiya navçeyê. Herwiha di hevdîtinê de hejmarek dosyeyên girîng ên herêmî û hewldanên dîplomatîk hatin nirxandin.