Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 20/09/2026, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê digel pîrozbahiya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û amadehiya tevahiya sazî û rêxistinên Herêma Kurdistanê bo serxistina karên wî dûpat kir. Herwiha spas û rûmeta Herêma Kurdistanê bo dîroka peywendiyên dostane û piştevaniya berdewam a Fransayê bo gelê Kurdistanê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û tekez li ser pêdagirî û xwesteka welatê xwe ya pêşvebirina peywendiyên dîrokî yên bi Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş di warên cuda de kir.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê mijareke din a hevdîtinê bû.