Kurtefîlmeke Kurdî li Amerîkayê bizavê bo wergirtina xelata Oskarê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlma " Bajar li bin Dara Narincê", ku ji nivîsîn û derhênana Emîr Xulamî ye, di Gera 57ê ya Fîstîvala Navdewletî ya Fîlman a Neşvîlê de li Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê pêşbirkê bo bidestveanîna xelata Oskarê dike.

Derhênanê wê kurtefîlmê Emîr Xulamî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Gera 57ê ya Fîstîvala Navdewletî ya Fîlman a Neşvîlê, ku dîroka wê vedigere sala 1969ê, yek ji kevnirîn û diyartirîn bûyerên sînemayî yên Amerîkayê ye." 

Emîr Xulamî herwesa zelal jî kir ku bo gera îsal, ji nav zêdetirî 3 hezar û 800 berhemên hatine şandin ji 100 welatên cîhanê, tenê 150 fîlm bo tevlîbûna di pişkên pêşbirkê yên cuda cuda de hatine hilbijartin.

Di derheqagirîngiya vê fîstîvalê de jî, Xulamî got: "Pişkên pêşbirkê yên kurtefîlm, fîlmên belgeyî û anîmeyşin ên fîstîvala Neşvîlê ji aliyê Akademiya Oskarê ve îtîraf pê hatiye kirin, bi vê yekê jî serkeftiyê yekê yê wan pişkan rasterast mafê tevlîbûnê di rêzbenda berahiyê ya xelatên Oskarê de bi dest dixe." 

Derhênanê navborî tevlîbûna vî fîlmî di vê pişka pêşbirkê de wekî westgeheka girîng û nû ya navdewletî di rêya nîşandanên cîhanî yên sînemaya Kurdî de bi nav kir.

Li ser çîroka fîlmî jî, Xulamî zelal kir: "Çîroka vî kurtefîlmî bala xwe dide ser ketwarakê tije êş, bîranînên borî û encamên derûnî yên ceng û malwêranîyê di civakê de." Herwesa got ku nav û naverokên vî fîlmî bi rengekî sembolî û helbestvanî bandore li derfeta mirovatî û nehametiyan dike.

Xulamî behsa wê yekê jî kir ku dara narincê wekî sembolek bo jiyan, hêvî û berdewamiyê di nav dilê wêraniyan de hatiye bikaranîn, di demekê de ku karekter di bizava vedîtina aramî û nasnameya xwe de ne di civakakê de ku rûbirûyî hilweşîn an qeyranên hilweşîner bûye.

Kurtefîlma " Bajar li bin Dara Narincê" bi rêya dîmenên bibandor û zimanekî wêneyî yê bihêz hest û ezmûna zêde ya jiyana karekteran di bin sîbera wê "dara narincê" de derdixe.

Gera 57ê ya Fîstîvala Navdewletî ya Fîlman a Neşvîlê, bi tevlîbûna vî fîlmê Kurdî, biryar e di 24ê Îlona 2026ê de li Neşvîla Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê dest pê bike û bo dema şeş rojan berdewam be.