Dîdara Duyê ya Rewşenbîrî ya Bamernê bi li Dihokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dîdara Duyê ya Rewşenbîrî ya Bamernê bi pêşkêşkirina 69 vekolanan di bin diruşmê "Pirrengiya me çavkaniya hêza me ye", li nahiyeya Bamernê ya girêdayî parêzgeha Dihokê birêve diçe.

Ebdulrehman Bamernî, ku yek ji endamên rêkxistina yên wê dîdarê ye, îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: " Dîdara Rewneşenbîrî ya Bamernê bo sala duyê bi tevlîbûna vekoler û rewşenbîran li nahiyeya Bamernê ya girêdayî qezaya Amêdiyê birêve diçe û îsal 69 vekolan li ser nasnameya ciwanan û rola wê nasnameyê di çêkirina civakeka yekgirtî de têne pêşkêşkirin."

Di derheqa bernameya wê dîdarê de, Ebdulrehman Bamernî dibêje: "Li gorî bernameya wê dîdarê, di dema du rojan de sê gerên cuda bo pêşkêşkirina vekolanan birêve diçin û vekoler li ser aliyên cuda yên nasnameya ciwanan û awayê bihêzkirina hesta hevparî û yekgirtinê nîqaş dikin."

Navborî zelal jî kir: "fikra rêkxistina vê dîdarê ji aliyê koma 'Mala Bamerniyan' ve ser hildaye; komeka xwebexş e ku berê gelek çalakî di warên cuda cuda de kirine. Herwesa Bamernê li devera Behdînan wekî cihekê naskirî bi rewşenbîrî, xwendin û zanistê tê hejmartin û yek ji çalakiyên girîng ên vê komê bîranîna sedsaliya xwendinê li Bamernê bûye; ji ber ku dibistana yekê ya fermî li Bamernê li sala 1922ê hatibû vekirin."

Li ser avakirina wê fikrê jî, Ebdulrehman Bamernî dibêje: "Fikra me ew bû ku çalakiyeka rewşenbîrî û zanistî damezrînin, ku feydeyî wê bo tevahiya Herêma Kurdistanê hebe, lewma me biryar da ku her sal mijarekê diyar bikin û bi rêya vekolan û xwendinê li ser nîqaş bikin. Bo îsal jî, mijara nasnameyê hatiye hilbijartin û diruşmê dîdarê jî 'Pirrengiyên me çavkaniya hêza me ne' ye."

Ebdulrehman Bamernî tekez jî kir: "Di sala borî de, Dîdara Rewneşenbîrî ya Bamernê bi pêşkêşkirina 43 vekolanan birêve çûbû, lê îsal hejmara vekolanên ku hatine pêşkêşkirin gehiştiye 69 vekolanan, sedema nîşana zêdebûna wê dîdarê jî giringîdana bi vekolan û mijarên rewşenbîrî ye."

Bamernî behsa armanca dîdarê dike û dibêje: "Dîdara Rewneşenbîrî ya Bamernê di dema du rojan de bi tevlîbûna vekoler û rewşenbîran birêve diçe û armanca sereke ya îsal nîqaşkirina nasnameya ciwanan û rola cudahiyên civakî û çandî di bihêzkirina nasnameyeka yekgirtî de ye."

Biryar e ku Dîdara Duyê ya Rewşenbîrî ya Bamernê li roja Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, li nahiyeya Bamernê ya girêdayî parêzgeha Dihokê dest pê bike û bo dema du rojan berdewam be.