Lara Dizeyî daxwaza çarçoveyeke stratejîk bo parastina mîratê neteweyî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Faşin Dîzayner û Balyoza Çandî ya Kincên Kurdî daxwaz ji Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê dike ku bi awayekê fermî dengê xwe bilind bike û ligel branda "Louis Vuitton"ê bikeve danûstandinan, li ser wê wekheviya zêde ya di navbera nûtirîn dîzayna wê brandê û parçeyeke kelepûrî ya Kurdî de heye, herwesa tekez li ser pêdivîtiya tomarkirina qanûnî ya mîratê Kurdî kir.
Faşin Dîzayner û Balyoza Çandî ya Kincên Kurdî Lara Dizeyî îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, di peyamekê de daxwaz ji Wezareta Rewşenbîriyê û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekê dezgehî û fermî bo peyrewîkirina keysa wekheviya dîzayna branda "Louis Vuitton"ê ligel parçeyeke kelepûrî ya Kurdî bên pêş.
Dizeyî di peyama xwe de amaje da ku dengvedan û nîgeraniyên xelkî di sosyal medyayê de bo çêkirina hişyariyê girîng in, lê tekez jî kir ku parastin, nasandin û belgekirina kelepûrê çandî erkê sereke yê dezgehên fermî ye. Ji ber vê yevê jî, pêdivî ye Wezareta Rewşenbîriyê helwestê xwe yê zelal û gavên paşerojê ligel raya giştî parve bike.
Di derheqa awayê serederîkirina ligel vê mijarê de, wê faşin dîzaynerê hişyarî li ser penabirina bêserûber bo rêkarên qanûnî û rûbirûbûna bilez da, ji ber ku parastina qanûnî ya dîzaynên nerîtî mijareke tam aloz e. Li şûna wê yekê, wê pêşniyar kir ku wezaret bi alîkariya pisporên qanûnî û warê kelepûrî binyatekê qanûnî yê temam bo parastina vê parçeyê û hemî kelepûrê Kurdî dane.
Lara Dizeyî gava yekê û ya herî girîng ya vekirina dergehê danûstandinên fermî ligel kompaniya "Louis Vuitton"ê ragihand û got: Pêdivî ye wezaret bi rengekê fermî peywendiyê bi wê bike, belge û dokûmentên dîrokî yên vê parçeya kelepûrê Kurdî nîşa wan bide û daxwaza ronkirinê li ser wê wekheviya gelek diyar û proseya afirandinê ya di pişta dîzaynê de bike.
Wê herwesa bal kişand ser cudahiya di navbera wergirtina îlhamê ji çandekê û dubare bikaranîna pareka navdar a wê çandê bêyî nasandina çavkaniya wê û ragihand: “Wek dîzaynereka Kurd, ez dixwazim çanda Kurdî di astê cîhanî de bê dîtin û bibe îlhamder, lê divê îlham ligel rêz, îtîraf û berpirsiyariyê be; nabe mîratê me li ser şanoya cîhanî bê nîşandan lê ji xelk û dîroka wî bê veqetandin.”
Balyoza Çandî ya Kincên Kurdî daxwaz jî kir ku ev rûdan bibe derfetek bo danana çarçoveyeke stratejîk a demdirêj bi rêya mekanîzmên mafê xwedaniya fikrî, wek marka bazirganî, mafê kopîkirinê, parastina dîzaynê, û nîşanên cografî, da ku dîzayn, nexş û nîşanên taybet ên Kurdî bi fermî di astê navdewletî de bên tomarikirin û ji jêbirin û bikaranîna nerewa bên parastin.