Sibe Encûmena Wezîran li ser yekxistina Hêzên Pêşmergeyan û mûçeyên wan dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe Çarşemê seet 10:00 ê sibehê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive; tewerê sereke yê wê civînê jî girêdayî nîqaşkirina proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan û dabînkirina mûçe û mafên wan ên darayî ji aliyê Hikûmeta Federalî ve ye.

Di civîna sibe ya Encûmena Wezîran de, pirsa yekxistina bi temamî ya hêzên Pêşmergeyan dê bê behskirin. Herwesa danûstandin dê li ser pêdivîtiya dabînkirina hemî pêdivîtiyên leşkerî û lojistî yên Pêşmergeyan ji aliyê Hikûmeta Federalî ya Îraqê ve jî bên kirin, ji ber ku Hêza Pêşmergeyan li gorî destûrî parek ji sîstema berevaniya Îraqê ye.

Tewerekê din ê sereke yê wê civînê jî dê pirsa mûçe û mafên darayî yên Pêşmergeyan be.

Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.

Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.