Ehmed Şera û Elî Zeydî li New Yorkê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li perawêza 81emîn civîna Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re civiya; di hevdîtinê de têkiliyên dualî û rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyeke Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, êvara 22yê Îlona 2026an, Serokwezîr Elî Zeydî li New Yorkê bi Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, her du aliyan pêşhateyên giştî yên li ser asta herêmî û navdewletî nirxandin. Herwiha rêyên pêşxistina peywendiyên dualî yên navbera Bexda û Şamê di warên curbicur de gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan bike.

Her du aliyan herwiha bal kişandin ser hewlên ji bo kêmkirina rageşî û aloziyan li herêmê û aramkirina rewşê; di heman demê de li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariya navbera xwe ji bo parastina asayîş û aramiya navçeyê li hev kirin.