Alîkariyên darayî yên Hevpeymanan bo mehên 8 û 9 tên belavkirin

Wezareta Pêşmerge
Wezareta Pêşmerge

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand ku alîkariya darayî ya hêzên Hevpeymanan bo mehên Tebax û Îlonê li ser hesabê wê wezaretê hat danan û sibe Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, dest bi belavkirina wê li ser Pêşmergeyan tê kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku alîkariya darayî ya Hevpeymanan bo mehên Tebax û Îlonê li ser hesabê wê wezaretê hat danan.

Li gorî wê daxuyaniyê, Rêveberiya Giştî ya Budce û Bernameyan (Hejmarîya Leşkerî) rêkarên darayî û hejmarî bo belavkirina wê alîkariyê bi cih anîne, bo vê meremê jî sibe Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, dest bi belavkirina wê tê kirin.