Kurdistan24 zimanê îşaretan li pexşê xwe yê rojane zêde dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekî pabendiyeke mirovî û niştimanî û ji bo zêdetir giringîdana bi kesên kerr (mirovên ku nabihîsin), Kurdistan24 zimanê îşaretan li pexşê xwe yê rojane zêde dike.

Kurdistan24 wekî yekemîn medyaya Kurdistanê û hestkirina bi erkê xwe yê civakî û niştimanî û bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Îşaretan, biryar da ku ji îro pê ve nûçeyên seet 6:00 ê êvarê bi zimanê îşaretan jî bên pêşkêşkirin.

Ev gava Kurdistan24ê di çarçoveya hejmareka guhartinan di awayê xebata Kurdistan24 de ye, bi merema giringîdanê bi hemî pêkhateyên civakê û gehandina deng û rengên wan û berevajî jî gehandina nûtirîn zanyar û rûdanan bo tevahiya bîner û bîser û xwînerên xwe. Ev guhertin di çarçoveya werzê nû yê Kurdistan24ê de ne, lê ji ber Roja Cîhanî ya Zimanê Îşaretan ev gav bo îro hat pêşxistin.

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 10 hezar kesên mirovên kerr hene, lê ti medyayeke xwe ya taybet nîne ku rojane nûçe û rûdanên cîhanê bo wan bide xuyakirin, lewma Kurdistan24 bi erka xwe ya pîşeyî û niştimanî dizane ku zimanê îşaretan di pexşê xwe de zêde bike û ji niha û şûn de giringiyeke zêdetir bide pirsgirêk û jiyana rojane ya mirovên kerr li tevahiya Kurdistanê.