Katz bo Şera: Colan pareka veneqetiyayî ya Îsraîlê ye

Israel Katz
Israel Katz

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ragihand ku bilindahiyên Colanê pareka veneqetiyayî ya Îsraîlê ye û artêşa wan ji Çiyayê Şêx (Hermûn) û devera ewlehiyê paşve naçe, ev jî di bersiva gotara Serokê Sûriyeyê de hat ku di Neteweyên Yekgirtî de tekez kiribû ku Colan axa Sûriyeyê ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de hişyarî da Şamê û got: "Her devereka di bin deshilata me de be, bo heta hetayê di bin kontrola me de dimîne." Tekez jî kir ku artêşa welatê wî ne ji Çiyayê Şêx (Hermûn) û ne jî ji devera ewlehiyê ya di nav Sûriyeyê de paşve nakşîne.

Ev daxuyaniya Katz rasterast piştî gotara Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li beranberî Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî hat, ku tê de tekez li ser wê yekê kiribû ku Colan her dimîne axa Sûriyeyê û welatê wî dest ji maf û serweriya xwe bernade.

Şera di gotara xwe de gotibû: "Her bizaveka sepandina hejmoniya ti welatekî nikare destkariyê di rewatiya dewletê û serweriya qanûnên navdewletî de bike." Tekez jî kiribû ku Colan her dimîne axa Sûriyeyê û ragihandibû ku hemî rêkarên pêvekirina wê deverê li gorî biryara hejmar 497 a sala 1981ê ya Encûmena Ewlehiyê pûç û bêbiha ne.

Hevdem Serokê Sûriyeyê di gotara xwe de behsa wê yekê jî kiribû ku Îsraîl li ser pêşveçûn û êrîşên xwe yên asmanî bo ser axa Sûriyeyê berdewam e, û daxwaz ji civaka navdewletî jî kiribû ku bo vekişîna Îsraîlê ji hemî axên dagirkirî yên Sûriyeyê zextê çê bikin.