Tehran: Heke balafirên me nefirin, balafirên kes ji we nafirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndarê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê hişyarî da welatên deverê ku neçin nav serkeşiyên Amerîkayê û ragihand ku heke rê li geştên asmanî yên Îranê bê girtin, ev yek dê bibe sedema lemgkirina balafirxaneyên wan welatan jî.
Emîndarê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rezayî îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, li ser qedexekirina geştên asmanî yên Îranê hişyarî da welatên deverê û ragihand ku bicihanîna her gava bi vî rengî dê bibe sedema lengkirina geştan di balafirxaneyên wan welatan de jî.
Rezayî di çarçoveya hevpeyvînekê de ligel televîzyona fermî ya Îranê ragihand: "Em daxwazê ji tevahiya dewletên deverê dikin ku neçin nav serkeşiyên Amerîkayê. Heke ew rêyê li geştên balafirên Îranî bigirin, balafirxaneyên wan jî nikarin geştên xwe yên asmanî birêve bibin." Rezayî berê xwe da welatên cîran û got: "Hûn dostên me ne, lê divê neçine beriya Amerîkayê, belku divê rêyê li berfirehbûna şerî bigirin."
Ev helwesta Tehranê piştî wê yekê tê ku îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka vê mehê de tevahiya kerta veguhastina asmanî ya Îranê xist nav lîsta cezayan û gefa cezakirina her alî û kompaniyekê kir, ku alîkarî an serederiyê ligel hêlên asmanî yên Îranê bike.
Hevdem di berdewamiya van zextan de, Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent Duşema borî ragihandibû ku di bin bandor û giranîya wan cezayan de, kompaniyên balafirvaniyê yên Îranê ji Çarşemê ve karên xwe radiwestînin.