Wezîrên Derve yên Îraq û Îranê li New Yorkê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya karên gera 81ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê de, Wezîrê Derve yê Îraqê ligel Wezîrê Derve yê Îranê civiya û peywendiyên dualî û nûtirîn rûdanên deverê nîqaş kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îraqê, di wê civînê de her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya şêwir û hevahengiya hevpar bo rûbirûbûna astengiyên niha û piştevankirina bizavên dîplomasî bo kêmkirina rageşiyan û çespandina ewlehiyê li deverê kir.
Di vê çarçoveyê de, Fuad Husên tekez li ser giringiya berdewamiya diyaloga di navbera hemî aliyên peywendîdar de bo kontrolkirina aloziyan û rêgirtina li berfirehbûna wan kir.
Ji aliyê xwe ve, Ebas Eraqçî kurtiyek li ser wan peywendî û danûstandinên nerasterast pêşkêş kir, ku bi rêya welatekî navbeynkar li perawêza civînên Neteweyên Yekgirtî di navbera Tehran û Waşintonê de dest pê kirine, bi armanca hêwirkirina rewşê û nîqaşkirina mîkanîzmên vekirina Tengava Hurmizê li ber keştîvaniya deryayî.
Di pareka dî ya wê civînê de, nirxandin bo encamên wê civîna hevpar hat kirin, a ku bi amadebûna Serokê Amerîkayê Donald Trump di navbera welatên Encûmena Hevkariya Kendavê, Îraq, Urdin, Sûriye, Libnan, Misir û Tirkiyeyê de birêve çûbû, herwesa behsa rola peywendiyên herêmî û navdewletî bo biserxistina bizavên aramkirina rewşê jî hat kirin.
Di dawiya wê civînê de jî, her du wezîran tekez li ser berdewamiya bizavên dîplomasî bo rawestandina berfirehkirin û bihêzkirina derfetên peydakirina çareseriya aştiyane kir, bi awayekî ku xizmeta tenahî û ewlehiya deverê bike.