Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Mihemedemîn Xerxorî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, ji ber wexera dawiyê ya Mihemedemîn Xerxorî, sersaxî ji malbata Xudêjêrazî re xwest û xwe hevparê xema wan dizane.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, bo wexera dawiyê ya Endamê Mekteba Siyasî ya PDK - Bakurê Mihemedemîn Xerxorî, peyameka hevxemiyê belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Bi mixabinî ve nûçeya wexera dawiyê ya kesatiyê têkoşer ê Bakur Endamê Mekteba Siyasî ya PDK - Bakurê Mihemedemîn Xerxorî gehişt min, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên Xudêjêrazî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dizanim.”
Serok Barzanî herwesa dibêje: “Ez ji Xudayê mezin dixwaz im ku canê Xudêjêrazî bi bihişta berfireh şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.”