Eker: Rola Serok Barzanî di proseya aştiyê de gelek giring e

Mehdî Eker
Mehdî Eker

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî şanda Tirkiyeyê bo NûYorkê ragihand ku proseya aştiyê li Tirkiyeyê bi rengekê pirr baş birêve diçe û berdewamî heye. Navborî tekez jî kir ku Serok Barzanî ji ber peywendiyên xwe yên bihêz ligel hemî aliyan, dikare rolekî giring di biserxistina vê proseyê de bilîze.

Endamê Şanda Tirkiyeyê bo NûYorkê Mehdî Eker îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, di derheqa rewşa proseya çareseriyê de bo Kurdistan24ê got: “Proseya aştiyê li Tirkiyeyê bi rengekê pirr baş birêve diçe û pêngav berdewam in. Em hêvîdar in ev prose bi ser bikeve û aştiyeka seranserî û berdewam di welat de berqerar bibe, ku bi dilê gel û hemî aliyan be.”

Di derheqa giringiya rola Serok Barzanî de di vê proseyê de jî, Mehdî Eker eşkere kir ku rola Serok Barzanî di vê navendê de pirr giring û bibiha ye. Navborî da zanîn jî ku Serok Barzanî dikare bi rêya peywendiyên xwe yên bihêz ligel hemî aliyan bibe piştgir û mifadêrekî mezin ji bo biserxistin û gehiştina encamên erênî di vê proseyê de.