Mîsal Alûsî salvegera referandûmê li Serok Barzanî pîroz dike

Mîsal Alûsî
Mîsal Alûsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetvanekî diyar ê Îraqî di peyamekê de salvegera referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê li Serok Mesûd Barzanî pîroz kir û referandûm wekî destkeftiyeka demokratî û berçavkera prensîpê mafê biryardana çarenivîsê wesf kir.

Siyasetvanê diyar ê Îraqî Mîsal Alûsî îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, di peyama xwe de ragihand: “Referandûm Kurdistanê payeyeka demokrasiyê ye, ku berçavkera pabendbûna bi destûrê, nirxên bilind û prensîpê mafê biryardana çarenivîsê ye, di dewletekê de ku çekên ji dervayî qanûnê mafên welatîbûnê binpê dikin û nirxên destûrî, siyasî, civakî, qanûnî û mirovî winda dikin.”

Di pişkeka dî ya peyama xwe de, wî siyasetvanê Îraqî hêviya serkeftinê ji bo Elî Zeydî di pêngavên wî de ji bo nehêlana deshilatdarî û çeteyiya milîşeyan û sînordarkirina çekan di destê dewletê de xwest, herwesa vegerandina Îraqê ber bi sîstemeka demokratî ya destûrî û hevpariyeka şaristanî, ku Îraq û gelê wê bixe rêza neteweyên pêşkeftî û ava yên cîhanê.

Li roja 7ê Hezîrana 2017ê, di civîneke berfireh de bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi pişkdariya piraniya herî zêde ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, biryareke dîrokî hat dan. Biryar ew bû ku di 25ê Îlona 2017ê de gelê Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê çarenivîsa xwe diyar bike.

Di 25ê Îlona 2017ê de, karnavaleka neteweyî ya bêhempa li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve biçe. Encama wê jî dîrokî bû; zêdetir ji 92% ya xelkê Kurdistanê bi “belê” dengê xwe bo serxwebûnê da. Li gorî gotina çavdêrên navdewletî jî, di cîhanê de ew yek ji paqijtirîn û demokratîktirîn pêvajoyên dengdanê bû.