Sîrwan Mihemed: Hikûmeta Federal nexşeya serhejmêriya Herêma Kurdistanê guhertiye

Sîrwan Mihemed
Sîrwan Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku aliyên federalî xişteya serhejmêriya giştî guhertiye û bi temamî red dikin ku pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de ji bo 12.67% bê kêmkirin, herwesa tekez jî kir ku mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê ye ku pişka wê li ser bingeha 14.14% bê cîgirkirin.

Wekîlê Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed tevlî bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê bû û tê de ragihand ku Bexdayê bi rêya Desteya Amara Federalî xişteyek ji wezareta wan re şandiye, ku bi rengekê neqanûnî hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê hatiye guhertin. 

Navborî da zanîn jî ku di wê xişteyê de, hejmara koçberan, penaberan û biyaniyên xwecihên Herêma Kurdistanê hatiye derxistin û koçber jî bo ser parêzgehên dî yên Îraqê hatine vegerandin, bi vê sedemê rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji bo 12.67% kêm kiriye, ev jî ji aliyê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve bi temamî hatiye redkirin.

Navborî ron jî kir ku Herêma Kurdistanê rijd e ku rêjeya 14.14% di budceya sala 2027ê û salên bê de bibe bingeh. Di derheqa zirarên darayî yên wê biryara Bexdayê de jî got: “Eger budceya giştî ya Îraqê bi 100 tirilyon dînaran bê hejmartin, kêmkirina rêjeyê ji 14.14% bo 12.67%, her salê nêzîkî yek tirilyon û nîv dînaran zirarê digehîne pişka budceya Herêma Kurdistanê, ev yek jî dê bandoreka rasterast li ser projeyên veberhênan, mafên darayî, deyn û danan bike.”

Sîrwan Mihemed tekez jî kir ku arêşe “siyasî ye ne hunerî”; ji ber ku pêştir li ser daxwaza Herêma Kurdistanê sê biryarên Encûmena Wezîran a Federalî ji bo rêkxistina serhejmêriyê û bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û yekalîkirina datayan derketibûn, lê Wezareta Plandanînê ya Îraqê pabendî biryaran nebûye.

Navborî herwesa ragihand ku serederîkirina Bexdayê bi siyaseta “xerckirina kiryarkî” xedreyeka mezin e û di dema borî de jî bûye sedema sotina sê heta çar mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, ji ber vê yekê jî eger hikûmeta federalî venegere ser destûrê, serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê rasterast tê ser xetê û dê penayê bibit bet hemî rêkarên qanûnî û Dadgeha Bilind a Federalî.