Li Silêmaniyê 3 endamên DAIŞê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewldanên jinavbirina bermayiyên DAIŞê de, li Silêmaniyê sê tohmetbar hatin girtin û li nêzîkî Kerkûkê jî di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên wê rêxistinê de pevçûn derket; di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û çekdarek jî hat girtin.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê derengiya şeva borî 27ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand, li gorî biryara dadgehê, hêzên wan 3 kes bi tohmeta endamtiya di rêxistina terorîst a DAIŞê de li nava bajarê Silêmaniyê desteser kirine.

Li gorî lêkolînên destpêkê, hate diyarkirin ku ji wan sê kesan, du kes duh derbasî nav sînorê parêzgehê bûne û tohmetbarê sêyem jî ji berê ve li wir niştecî bûye.

Asayîşa Silêmaniyê destnîşan kir, ev operasyon asta bihêz a hevahengiya îstixbaratî û leza bersivdayînê nîşan dide, da ku rê li ber her hewldaneke bicihbûn an ji nû ve birêxistinkirina şaneyên terorîst li Herêmê û seranserê Iraqê bê girtin.

Li aliyê din, Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Mein ragihand, li ser bingeha zanyariyên hûr ên îstixbaratî, hêzeke Dijetirorê li sînorê bajarokê Pirdê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, li dijî şaneyeke DAIŞê operasyonek pêk aniye.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de rûbirûbûn çêbûye û 2 çekdarên xwekuj ên ku kembera bombekirî pê ve bû, li cihê bûyerê hatine kuştin. Çekdarê sêyem jî, ku berpirsê veguhastina terorîstan bû, piştî birîndarbûnê hate girtin.

Hat ragihandin ku di dema rûbirûbûnê de welatiyekî sivîl şehîd bûye û 2 endamên Hêzên Dijetirora Iraqê jî birîndar bûne.