NBC: 8 leşkerên Marînza Amerîkayê li Tengava Hurmizê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora medyayî ya Amerîkî NBC News ragihand, beriya du hefteyan, di encama êrîşeke mûşekî ya Îranê li Tengava Hurmizê de, 8 endamên hêzên Marînza Amerîkayê birîndar bûne.

Li gorî nûçeyeke tora Amerîkî NBC News ku dispêre jêderên fermî yên Amerîkayê, hêzên Îranê beriya du hefteyan bi mûşekeke kruz keştiyek li Tengava Hurmizê kiriye armanc û di encamê de 8 endamên hêzên piyade yên deryayî yên Amerîkayê (Marînz) birîndar bûne.

Hat diyarkirin, birînên van leşkeran ne giran in. Rayedarên Amerîkî ji NBC Newsê re aşkere kir, leşkeran ji ber hilmijîna dûkelê û lêdana pêla teqînê ya li mejî bandor dîtine û rastî nîşanên mîna serêşê hatine.

Heman rayedaran da zanîn, ji leşkerên birîndarbûyî 7 kes leşker û yek jî efserek bûye, û tevahiya wan piştî demeke kurt ji êrîşa ku di 14ê Îlonê de pêk hatibû, saxlem vegeriyane ser erkên xwe.

Li gorî gotina rayedaran, leşker di çarçoveya "tîmeke daketinê ya ketîbeyê" de mijûlî erkê xwe bûn, gava ku êrîş bi mûşekeke kruz a dijkeştî ya Îranî pêk hat.

Rayedarên Amerîkî amade nebûn nav û nasnameya wê keştiyê aşkere bikin ku leşkerên Marînz tê de bûn û tenê wek "wesayiteke deryayî" behsa wê kirin. Lê belê tekez kirin ku ew keştî ser bi Hêza Deryayî ya Amerîkayê (US Navy) ve nebûye.