Kaja Kallas: Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê bi metirsiyên Îranê ve girêdayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê radigihîne, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê bi gef û metirsiyên Îranê yên li ser wî welatî ve girêdayî ye. Herwiha tekez dike ku divê rûdanên Rojhilata Navîn bi hevrehî bên şopandin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas îro 28ê Îlonê di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen de aşkere kir, vekişîna hêzên Amerîkayê û geşedanên îro yên li qada Iraqê rû didin, rasterast bi Îranê û metirsiyên wî welatî yên li ser serwerî û aramiya Iraqê ve têkildar in.
Kallas di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa giştî ya navçeyê û destnîşan kir, tevahiya bûyer û şerên li Rojhilata Navîn rasterast bi hev ve girêdayî ne, loma pêwîst e civaka navdewletî bi çavekî berfireh û hevbeş çavdêriya herêmê bike.
Ev daxuyanî di demekê de ye, Bexda û Washington gihîştine rêkeftinê da ku heta dawiya vê mehê dawî li erkê leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bînin û hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişin.
Di salên borî de, komên çekdar ên ser bi Îranê ve bi dehan êrîşên mûşekî û dronî biribûn ser baregehên Amerîkayê, da ku wan neçarî derketinê bikin. Ligel zêdebûna rageşiya navbera Îran û Îsraîlê li navçeyê, welatên Ewropayê nîgeran in ku Iraq careke din bibe meydana "şerê biwekalet" û hewl didin nehêlin aramiya vî welatî xera bibe.