Çend kes û aliyên siyasî di doza gendeliyên Cumeylî de cî girtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Çend kesatiyên siyasî û endamên parlamentoyê di doza gendeliyên Ednan Cumeylî de cî girtine û biryara girtinê û bindestkirina mal û milkên wan derketiye.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, ji zarê çavkaniyeka bilind belav kir ku navên çend parlamenter û aliyên siyasî yên Îraqî hene ku di doza gendeliyên Wekîlê Berê yê Wezareta Petrolê ya Federal Ednan Cumeylî de cî girtine.
Wê çavkaniyê tekez jî kir ku bizavên rûbirûbûna gendeliyê berdewam in û bi biryara dadgehê û Desteya Destpakiyê ya Îraqê, dest bi ser mal û milkên wan kesên cî girtine de hatîye girtin. Ron jî kir ku parek ji wan kesan bo derve revîne û biryara girtinê bo wan derketîye, da ku bihên vegerandin û radestî qanûnê bihên kirin.
Kempeyna Serê Sibehê yek ji mezintirîn operasyonên rûbirûbûna gendeliyê ye di dîroka nû ya Îraqê de. Hêzên Dezgeha Dijeterorê û hêzên taybet ên artêşê li serê beyaniya roja Yekşemê, 28ê Xazîrana 2026ê, kempeyneka berfireh bo ser mal û cihên manê yên bi dehan berpirsên bilind, endamên Parlamentoya Îraqê û bazirganên mezin li Devera Kesk û çendîn parêzgehên din dest pê kir.
Armanca sereke ya vê kempeynê hilweşandina torên rêkxistî yên gendeliyê û vegerandina wan pere û samanên zêde ye, ên ku ji dahata giştî hatine dizîn. Di qonaxa yekê ya wê operasyonê de, bi dehan kesatiyên bilind hatin girtin. Diyartirîn kesên hatine girtin Wekîlê Berê yê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî, Wekîlê Wezareta Petrolê Elî Mearic û hejmareka endamên Parlamentoya Îraqê û berpirsên din bûn.
Di encama pişkinîn û biserdagirtina malên tawanbaran de, hêzên ewlehiyê dest bi ser hejmareka mezin a pereyê neqdî de girtiye ku qebareya wî bi bi dehan milyon dolarên Amerîkayî û bi sedan milyar dînarên Îraqî tê texmînkirin. Di eynî demê de dest bi ser bi dehan timbêlên bibiha, zêr û tapoyên xwedîtiya bi sedan acahiyan de jî hatîye girtin.
Herwesa Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji destpêka destpêkirina karê xwe ve peyman dabû ku rûbirûyî pejîka gendeliyê bibe.