Mesrûr Barzanî û Ashcroft rewşa giştî ya Îraq û deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û kesatiyê navdar ê Birîtanyayî Lord Michael Ashcroft kir.
Di wê hevdîtinê de Lord Ashcroft, ku Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) ye, kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û armanca serdana xwe eşkere kir, ku bo zêdetir têgehiştina xebat û qurbanîdanên xelkê Kurdistanê ye.
Di pareka din a wê hevdîtinê de jî, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverê li hev guhertin.