Şkefta Kereftûyê: Gewhereke veşartî ya dîrokê û cîhê Hercules
Navenda Nûçeyan (K24) - Şkefta Kereftûyê ji dûr ve wekî kevirekê bêdeng ê serdema daynesoran xuya dike lê dema mirov nêzîk dibe, mirov rûbirûyî yek ji mezintirîn projeyên xwecihbûnê yên mirovên kevin dibe.
Ev şkeft li Kereftûyê ye, ku nîva wê xwezayî ye û nîva dî jî mirovan çê kiriye. Tevî ku wekî yek ji kevintirîn şakarên destçêkirî yên deverê tê hesibandin jî, ji bo gelek kesan Kereftû hêşta wekî gewhereka veşartî maye.
Ev şkeft li serdema “Mesozoic”ê çê bûye û bi milyonan salan di bin avê ve bûye. Li gorî pişkinînên şûnwarî, dîroka jiyanê li Kereftûyê vedigere berî heft hezar salan, lê avahîsazî û kevirên nivîsî yên Yewnanî vedigerin sedsala sêyê ya berî Zayînê, herwesa di sala 2022ê de bi rengekê fermî li ser lîsteya UNESCOyê hat zêdekirin.
Ev şkeft ji çar qatên destçêkirî û rêyên aloz pêk tê, li vê derê endazyariya bab û bapîran bi rengekî bingeh û pencer dîzayn kirine ku av û ronahiyan ji bo kûrahiya odeyan misoger dike.
Mezintirîn nihêniya Kereftûyê kevirekê nivîsî ye li qata sêyê, ku dîroknivîsên mezin hil kolaye û li ser hatiye nivîsîn “Ev der mala Hercules e, her kesê derbaz bibe nav wê parastî ye”.
Şkefta Kereftûyê li parêzgeha Sineyê ye, nêzîkî 70 kîlometreyan di navbera her du bajarên Dîwandere û Seqizê de ye. Ew cihek e ku tê de, ber bûye penageh û efsane jî bûye dîrok.