Qasim Arecî: Bidawîhatina erkê Hevpeymanan li Iraqê nayê wateya qutbûna pêwendiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê ragihand, bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê li Iraqê, nayê wateya bidawîbûna hevbeşiya bi wî welatî re, belkî ev pêvajo destpêka derbasbûna ber bi hevkariyeke ewlehî û îstîxbaratî ya dualî ye.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Qasim Arecî îro 30ê Îlona 2026an, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û got: "Îro em bi dawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî û hebûna hêzên wan digihin qonaxeke gelekî girîng. Derbasbûna bo pêwendiyên dualî ligel welatên hevpeyman serweriya me xurt dike û xizmeta berjewendiyên neteweyî û hêviyên gelê Iraqê dike."

Qasim Arecî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola gel û hêzên çekdar ên welêt û diyar kir, serkeftina li ser DAIŞê bi saya fedakarî û canbexşiya welatiyên Iraqê û mêrxasiya hemû cure û pêkhateyên Hêzên Çekdar ên Iraqê hatiye bidestxistin. Herwiha tekez kir, piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî û welatên dost û bira jî di van serkeftinan de xwedî roleke berbiçav bûye û ew vê piştgiriyê bilind dinirxînin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê careke din tekez kir, bidawîbûna erkê leşkerî ya Hevpeymaniyê nayê wateya bidawîbûna hevbeşî û hevkariyê, lê belê veguherîneke bo pêwendiyên dualî yên hîn bihêztir.

Arecî destnîşan kir ku ev çarçoveya nû li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevbeş ava dibe; ev jî berdewamiya hevkariyên ewlehî û îstîxbaratî, danûstandina agahî û ezmûnan û xurtkirina şiyanan li xwe digire, da ku aramî û seqamgiriya welêt bihêz bibe û piştgiriya daxwazên gel ji bo aştî, pêşketin û xweşguzeraniyê were kirin.