Miqawemeya Îslamî ya Îraqê: Em pabendî ti jivaneke hikûmetê bo kontrolkirina çekan nabin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê fermî yê Miqawemeya Îslamî ya Îraqê ragihand ku hêzên Miqawemeyê pabendî ti jivan û lihevkirinekê nabin ku ji aliyê ti aliyekî hikûmî an siyasî ve bo mijara radestkirin an kontrolkirina çekên wan hatibe diyarkirin.
Berdevkê Eniya Miqawemeya Îraqê Cehfer Huseynî îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, ragihand ku ev bêtir ji 40 rojan e Miqawemeya Îslamî bi rêya komîsyoneka çaralî ve ya ji aliyê Çarçoveya Hevahangiyê û bi hevahangî ligel hikûmeta Îraqê hatî pêkanîn, dest bi danûstandinan kiriye bo nîqaşkirina mijara rêkxistina çekê eniya Miqawemeyê.
Cehfer Huseynî tekez jî kir ku ev yek jî li beranberî dabînkirina serweriya temam û tevalî ya Îraqê ye, bi rêya vekişîna hêzên Amerîkayê, hevpeymaniya NATOyê û hemî cûnên hebûna leşkerî ya biyanî yên bejahî, asmanî û deryayî, herwesa bi parastina mafê Eniya Miqawemeyê ji bo bersivdana rasterast li beranberî her binvpêkirineka Amerîkayî an Îsraîlî li ser axa Îraqê.
Navborî herwesa got: "Tevî ku reşnivîsa lihevkirinê bi rengekê fermî ji aliyê komîsyona çaralî ya Çarçoveya Hevahangiyê û çar aliyên Miqawemeyê ve hatiye îmzakirin jî, lê heta vê demê jî bersiva fermî ya hikûmeta Îraqê negehaye me."
Berdevkê Eniya Miqawemeya Îraqê ron jî kir ku çekê Miqawemeyê wekî emanet di destê têkoşeran de dimîne û berê wî dê li her dijminekî be ku Îraq û gelê wê bike armanc. Tekez jî kir ku deriyê wan ji bo her danûstandinekê vekiriye ku serweriya Îraqê misoger bike û hejmona Amerîkayê bidawî bîne.
Ev peyama Miqawemeyê di demekê de ye ku Serokê Encûmena Wezîrên Îraqê Elî Zeydî pêştir peyman dabû ku heta Hrzîrana 2027ê hemî komên çekdar li Îraqê bêçek bike û hişyarî dabû ku destûriya 90 rojan li ber wan koman e û piştî wê jivanê, dê wekî hêzeka ji-qanûnê-derketî serederî ligel wan bê kirin.