Bi dronê êrîşî ser kampa Azadiyê li Koyeyê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi droneka bombekirî êrîşî ser kampa Azadiyê li sînorê Koyeyê hat kirin, bêyî ku ti zirarên canî jê peyda bibin, ku di dema 72 seetên borî de ev êrîşa duyê ya bi vî rengî ye li ser wê kampê.

Dezgeha Ewlehiya Herêma Kurdistanê di derheqa vê êrîşa dronî de belav kiriye ku seet 20:22 ya îşev Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, bi droneka bombekirî êrîşî ser kampa Azadî - Koyeyê hatiye kirin, lê ti zirarên canî nebûne.

Tevî ku ti zanyar di derheqa çavkaniya şandina dronekê de nehatine belavkirin jî, lê di dema 72 seetên borî de ev êrîşa duyê ya dronî ye ku li ser vê kampê li sînorê Koyeyê tê kirin. Êrîşa pêştir serê sibeha roja Duşemba, 28ê vê mehê, di du demên cihêreng de bi sê dronan li ser wê kampê hatibû kirin, bêyî ku ti zirarên canî hebin.

Êrîşa îşev ligel vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê û Herêma Kurdistanê hevdem e.

Êrîşên dronî bo ser Herêma Kurdistanê piştî destpêkirina cenga Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê di 28ê Şibata îsal de dest pê kir û heta niha bi bêtir ji 1000 dronên bombekirî êrîşî deverên cihêreng ên Herêma Kurdistanê hatiye kirin, piraniya wan êrîşan jî ji bo ser Hewlêrê bûn.