Balafirxaneya Navdewletî ya Kerkûkê geştên rasterast bo Qahîreyê dest pê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirxaneya Navdewletî ya Kerkûkê geşta yekê ya asmanî ya rasterast bo Qahîreyê dest pê kir, ku armanc jê berfirehkirina tora geştên navdewletî û bihêzkirina tevgera asmanî ye.
Rêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Kerkûkê îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku ev pêngav di çarçoveya bizavên balafirxaneyê de ye, ji bo berfirehkirina tora geştên navdewletî û pêşxistina tevgera veguhastina asmanî bo wê parêzgehê.
Herwesa vekirina hêla asmanî ya Kerkûk - Qahîreyê derfeta geşta rasterast bo geştyaran peyda dike û peywendiya asmanî di navbera wan her du bajaran de baştir dike. Ev proje wekî westgeheka giring di pêşxistina balafirxaneyê de tê hejmartin.
Rêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Kerkûkê tekezê li ser berdewamiya karkirinê dike, ji bo pêşxistina tora geştan û pêşwazîkirin di geştên navdewletî yên zêdetir de. Armanca serekî ya van bizavan dabînkirina bijardeyên berfirehtir ji bo geştyaran û bilindkirina pêngeha balafirxaneyê ye wekî navendeka giring a asmanî li deverê.