Li Urmiyê zêdetir ji 300 hezar ton sêvên weryayî bi erzanî tên firotin

Navenda Nûçeyan (K24) – Her sal bi destpêkirina werzê payîzê re, li kêleka rêyên navbera bajarên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi hezaran ton sêvên weryayî tên komkirin û bi nirxekî erzan ji bo kargehên meyweyan tên veguhestin.

Ev sêvên ku ji ber ba yan jî berî dema xwe ya çinînê ji daran diweşin, wekî "sêvên bin darê" an jî "sêvên bawerîn" tên naskirin. Baxçevan û karsaz van sêvan bi nirxekî kêm difroşin û piştre bi kamyon û barhilgirên mezin ji bo çêkirina şerbet û berhemên din ên xwarinê bo parêzgehên din ên Îranê tên veguhestin.

Li gorî zanyariyan, li parêzgeha Urmiyeyê salane di navbera 300 heta 450 hezar ton "sêvên bin daran" tên komkirin, ku ev rêje pêdiviyên dehan kargehên şerbetê li seranserî Îranê dabîn dike.

Cotkarê bi navê Arif Qemer ku çend sal in di vî karî de dixebite, amaje bi zehmetiyên vî karî kir û da zanîn: "Şert û mercên kargehan pir giran in; meyweyan bi hêsanî wernagirin û her roj bihayê wê dadixînin. Pereyên me jî bi derengî didin, ji ber vê yekê em jî nikarin heqdestê xelkê bi rêkûpêk bidin."

Her wiha cotkarê bi navê Teyib Bapîrî bal kişand ser mesrefên zêde yên komkirin û barkirinê û got: "Em van sêvan ji baxan kom dikin û bi wesayîtan tînin ber rêyan. Lêçûna karkeran û veguhestina bi tirêl û barhilgiran bo bajarên mîna Urmiye, Tewrêz û Xoyê pir giran e; barkirina tirêlekê zêdetirî 20 mîlyon tûmenan lêçûn dixwaze."

Li seranserî parêzgeha Urmiyê nêzîkî 74 hezar hektar baxên sêvan hene. Tevî ku salane bi sedhezaran ton sêvên bin darê mîna xisar tên hejmartin, tê pêşbînîkirin ku îsal berhema giştî ya sêvan li vê parêzgehê bigihîje zêdetirî 1 milyon û 300 hezar tonî.

Ji bilî dabînkirina pêwîstiyên navxweyî yên parêzgehê, para herî mezin a sêvên Urmiyê bo parêzgehên din ên Îranê, Herêma Kurdistanê û welatên derdorê tê hinardekirin.