50% ji karên projeya rêya dualî ya Hewlêr - Koyeyê hatine temamkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku 50% ji karên projeya rêya dualî ya Hewlêr - Koyeyê hatine temamkirin, ku ev proje dema hatin û çûnê kêm dike û metirsiya rûdanan li ser wê rêya stratejîk ji holê radike.

Li gorî daxuyaniyeka Parêzgeha Hewlêrê, karên projeya rêya dualî ya Hewlêr - Koyeyê 50% hatine temamkirin û karkirin li ser para dî jî berdewam e. Rêya Hewlêr - Koyeyê yek ji projeyên herî giring û stratejîk ên warê jêrxaneya veguhastinê li Herêma Kurdistanê ye.

Ev proje bi dirêjiya 37 kîlometran e, bi temamî ji aliyê endezyar û destê karî yê navxweyî ve tê bicihanîn û çend enderpas û overpasan vedigire. Hevdem niha pareke berçav û berfireh ê wê rêyê bi sê texên standard hatiye qîrkirin û kar bi lez di qonaxên cuda cuda de ber bi pêş ve diçin.

Bi temamkirina vê projeyê, ev rê ji yekaliyeka tije metirsî dibe dusaydiyekê bi lez û modern. Ji bilî bilindkirina berçav a astê silametiyê bo şofêran, dema hatin û çûna navbera Hewlêr û Koyeyê bi nêzîkî 20 heta 25 deqîqeyan kêm dike.

Rêya kevn a navbera Hewlêr û Koyeyê gelek salan ji ber tengbûn û qerebalixiya berdewam cihê rûdanên dilhejîn ên trafîkê bû û di nav welatî û şofêran de bi "Rêya Mirinê" hatibû binavkirin. Ev rê ne tenê Hewlêrê bi qezaya Koyeyê ve girê dide, belku rêyeka serekî yê veguhastin, aborî û geştiyariyê ye ku Hewlêra paytext bi Parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Germiyanê ve girê dide.