Serok Barzanî tekeziyê li ser parastina mafên Êzidiyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro 6ê Cotmeha 2026an peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.
Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzidî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta Cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hêvîdar im xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tenahiyê de bi azadane bibine ser. Bi vê helkeftê, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku em ê her dem piştgiriyê li parastina maf û daxwazên wan ên rewa bikin.
Bimînin di xêr û xweşiyan de.
Mesûd Barzanî
6ê Cotmeha 2026