Ozgur Ozel rexneyên tund li biryara şandina leşkeran bo Yemenê digire

Ozgur Ozel
Ozgur Ozel

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê CHPê Ozgur Ozel bizava Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo şandina leşkeran bo Yemenê red kir û ragehand ku ew qebûl nakin leşkerên wan bibin parek ji siyaseta Trump li deverê.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel rexneyên tund li bizavên şandina leşkerên Tirkiyeyê ji bo Yemenê digire û radigihîne ku ew bi ti awayekî qebûl nakin bibin parek ji sîstema Trump û piştî 100 salan caraka dî leşkerên wan ber bi biyabanên Yemenê ve bên şandin.

Ozgur Ozel di derheqa biryara şandina leşkeran ji bo Yemenê de ragihand: "Niha pêkve dibine alîgirê şerê Siûdiyeyê li dijî Yemenê; Wezîrên Derve û Berevaniyê ligel Serokê Erkanên Artêşê çûne wê derê û biryara cîgirkirina leşkeran daye."

Serokê Giştî yê CHPê amaje bi wê yekê jî kir ku ev biryar binpêkirina deshilatên Parlamentoyê ye û got: "Hîn di qadê de ti lihevkrineka rêkûpêk û ti projeqanûnek nîne, heta Parlamentoyê biryar li ser nedaye, lê wan biryara şandina leşkeran daye; ev jî di demekê de ye ku qanûnên me bi ronî dibêjin ku tenê Parlamento deshilata derxistina biryara şandina leşkeran bo derve heye."

Ozgur Ozel herwesa ragihand: "Em bi ti rengan qebûl nakin bibine parek ji sîstema Rojhilata Navîn a Trump. Piştî sed salan di dîrokê de, em nikarin rê bidin ku caraka dî leşkerên me ber bi biyabanên Yemenê ve bên şandin û em bi temamî red dikin ku bibin leşker di bin fermana Trump de."