Peyamnêrê Kurdistan24ê: Mefrezeyeke DAIŞê li Hewîceyê hatiye dorpêçkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê li qezaya Hewîceyê ya Kerkûkê mefrezeyeke çekdarên DAIŞê di nav avahiya dibistanekê de dorpêç kiriye, ev jî piştî ku wan çekdaran êrîşî xaleke Heşda Şeibî kiribû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand ku piştî kirina êrîşekê bo ser xaleke leşkerî ya Heşda Şeibî li sinorê qezaya Hewîceyê, niha mefrezeyeke çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran, îşev du çekdarên DAIŞê bi motosîkletekê êrîş kiriye ser xaleke leşkerî ya Fewca Duyê ya Lîwaya 61ê ya hêzên Heşda Şeibî li gundê "Burxiliye"yê yê girêdayî qezaya Hewîceyê, di encamê de jî kamerayeke çavdêriyê ya herarî pûç kiriye û reviyane.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî kir ku yekser piştî wê êrîşê di encama lipeyketina bilez a hêzên ewlehiyê û li gorî zanyarên hewalgiriyê, cihê mefrezeya êrîşker a DAIŞê hatiye destnîşankirin.
Niha ew çekdarên DAIŞê di nav avahiya "Dibistana Erîşîyê" li devera Denadîşê hatine dorpêçkirin, hevdem hêzeke zêde ya ewlehî û leşkerî li sînorê hatiye belavkirin û ew dorpêçkirin berdewam e.