Parlamentoya Iraqê li ser bilindkirina nirxê dolar dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê îro 8ê Cotmeha 2026an, bi mebesta gotûbêjkirina guhertinên di nirxê dolar li hember dînarê Iraqî de rûniştineke taybet saz dike û tê de Wezîrê Darayî û Parêzgarê Banka Navendî gazî parlamentoyê dike.
Biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo guhertina nirxê dînar li kolanên Iraqê û di navendên siyasî de rastî nerazîbûneke berfireh hat. Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer ji Kurdistan24ê re ragihand, guhertina nirxê dolar nerazîbûneke mezin di nava parlamentoyê de çêkiriye, lewma îro parlamento rûniştineke taybet lidar dixe û tê de Wezîrê Darayî Falih Sarî û Parêzgarê Banka Navendî Nizar Nasir gazî rûniştinê dike.
Koçer herwiha got, parlamenter û bi taybetî endamên Lijneya Darayî dipirsin ka çawa hikûmetê bêyî şêwirîn û agahdarkirina parlamentoyê, bi rengekî yekalî destkarî di nirxê dolar de kiriye, bêyî ku lêkolîneke hûr li ser encam û bandorên wê bike.
Ji aliyê xwe ve, Parlamentera Iraqê Îbtîsam Hîlalî tekez kir, parlamento dê di çarçoveya pêşnûmeya qanûna bûdceya giştî de helwesta xwe li hember vê mijarê nîşan bide û ew bi awayekî tekez li dijî vê biryarê ne. Hîlalî ronî kir, ev biryar rasterast bandorê li ser buhabûna kelûpelan û jiyana rojane ya xelkê dike û anî ziman ku ev gav pirsgirêkên darayî çareser nake, lê qeyranê kûrtir dike û welatî neçar dimînin baca wê bidin.
Hejmareke din ji parlamenteran jî nîgeraniya xwe li hember vê pêngavê nîşan dan û tekez kirin ku ew ê îro rexne û têbiniyên xwe arasteyî Wezîrê Darayî û Parêzgarê Banka Navendî bikin. Di heman demê de, beşek ji fraksiyonên parlamentoyê daxwaz ji hikûmetê kirine ku ji vê biryarê paşve gav biavêje.
Li hember van bertekan, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê yê Karûbarên Aborî Mezher Mihemed Salih ji Kurdistan24ê re diyar kir, bilindkirina nirxê dolar gavek e ji bo rûbirûbûna qeyrana darayî. Şêwirmendê serokwezîr piştrastî da ku hikûmet rê nade ku ev biryar bibe barekî zêde li ser milê welatiyan.
Encumena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya borî de biryar dabû nirxê 100 dolarên Amerîkî wek 150 hezar dînar bê diyarkirin; her wiha nirxê firotina dolar ji bo bankan bi 151 hezar dînar û ji bo welatiyan jî bi 152 hezar dînar hatiye destnîşankirin. Vê biryarê di bazar, borsa û navendên biryardanê yên Iraqê de dengvedaneke berfireh li pey xwe anî.