Parlamentoya Iraqê ji ber bilindkirina nirxê dolar lêpirsînê bi Serokwezîr re dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê li ser biryara bilindkirina nirxê dolarê Amerîkî li hemberî dînarê Iraqî, biryar da ku lêpirsînê li gel Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Darayî û Parêzgarê Banka Navendî bike.
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de Şêrwan Duberdanî ji Kurdistan24ê re ragihand, îşev 8ê Cotmeha 2026an, di saet 20:00an de parlamento ji bo nirxandina zêdebûna buhayê dolar rûniştineke taybet lidar dixe.
Duberdanî aşkere kir, ji bo vê rûniştinê, parlamento gazî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, Wezîrê Darayî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê kiriye. Tê payîn ku ew hemû di civînê de amade bin û bersiva pirs û nerazîbûnên parlamenteran bidin.
Herwiha destnîşan kir, hikûmet û Banka Navendî bêyî razîbûn û agahiya parlamentoyê destkarî di nirxê dolar de kirine û got: “Ev gav bi ti awayî nayê qebûlkirin û ji ber vê yekê dê lêpirsîn li gel wan bê kirin.”
Hevdem Endamê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de Cemal Koçer ji Kurdistan24ê re da zanîn, parlamenter ji vê biryara yekalî ya hikûmetê gelekî nîgeran in.
Koçer tekez kir, ev pêngav bêyî şêwirmendiya parlamentoyê hatiye avêtin û got: “Ev biryar dê rasterast nirxê hemû kelûpelan li seranserê welêt buha bike û dê bibe barekî giran li ser milê hemwelatiyan.”