Balcan: Tevî pêvajoya aştiyê zêxta li ser çapemeniyê bûye wekî çandekê

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê biryarên astengkirina li ser azadiya derbirîn û çapemeniyê roj bi roj belavtir dibin. DÎSK Basın-Îş jî li ber Wezareta Dadê girtina rêvebera xwe Derya Okatan û li hember zextên li ser rojnamegeran bertek nîşan da. Rapor nîşan didin ku bi dehan malper û hesabên medyaya civakî hatine astengkirin û hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 29an.

Li Tirkiyeyê biryarên astengkirinê, ku yek ji amûrên mudaxaleya li ser azadiya derbirîn û çapemeniyê têne bikaranîn, belavtir dibin. Di serdema dawî de ne tenê malperên nûçeyan, hesabên medyaya civakî yên rojnamegeran, saziyên medyayê, rêxistinên pîşeyî û saziyên civaka sivîl jî di warê xwegihandina ji Tirkiyeyê ve tên astengkirin. Li Enqereyê jî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-Basin-İş) li ber Wezareta Dadê bertek nîşanî zext û girtina rêvebera xwe Derya Okatan da.

Endama Lijneya Disiplînê ya DÎSK BASIN-ÎŞê Dîren YURTSEVER di vî warî de got: “Rojnamevan Derya Okatan ji ber xebata xwe ya pîşeyî gelek caran rastî lêpirsînan hat, hat binçavkirin û materyalên wê yên dîjîtal hatin desteserkirin. Rojnamevanî ne çalakiyeke ku di sînorên desthilatdariyê de bê kirin.”

Dîren YURTSEVER herwesa ragihand: “Girtina Okatan parçeyekî siyaseta zextê ya li dijî rojnamevaniyê ye. Dozger bêyî îfadeya wê bistîne daxwaza girtinê kir û dadgehê jî bêyî nirxandineke têrker ev daxwaz pejirand. Ev yek di warê garantiyên hiqûqî de fikarên mezin çê dike.”

Li gorî raportan, ji destpêka meha îlonê ve bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî û parastina aramiya giştî’, ‘dezenformasyon’, ‘provakasyon’, ‘aramiya civakî’ herî kêm 4 malperên nûçeyan, 810 platformên medyaya civakî û 15 nûçe hatine astengkirin. 

Serokê Giştî yê HABER-SENê Mesût BALCAN di vî warî de ragihand: “Ev zext êdî bûye çandek. Ji 2002an û vir ve desthilatdar kesên ku mîna wan nafikirin ceza dikin û nahêlin gel bigihîje nûçeyên rast. Di dema Menderes û Ebdulhemîd de jî heman tişt hebû; ev siyaseteke dewletê ye.”

Mesût BALCAN herwesa got: “Em di pêvajoyeke aştiyê de ne, dîsa jî hesabên Ajansa Mezopotamyayê cara 44an hatin girtin û malpera T24ê jî hat astengkirin. Heke pêvajoyek hebe, ev astengkirin ji bo çi ne? Parvekirinên Derya Okatan yên 2009 û 2019an kirine hincet; ev şantaj e û di dewleta hiqûqê de tiştekî holê nabe.”

Li gorî raporta Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, di meha Îlonê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û 8 rojnameger hatin girtin. Di 25 dosyayên ku darizandina wan didome de 80 rojnameger hene û heta 4ê Cotmeha 2026an hejmara rojnamegerên girtî 29 e.

Li Tirkiyeyê lêpirsin û operasyonên li dijî saziyên medyayê û rojnamegeran her ku zêdetir dibin ku ev rastî nerazîbûna tên. Rojnameger û endamên sendîkayên medyayê jî radigihîn ku nabe girtin bibe rêbaza cezakirinê û amûra bêdengkirina rojnamevanan.