Nêçîrvan Barzanî: Rewşa niha ya deverê destpêka qonaxeke tejî gef û derfet e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku rewşa niha ya deverê destpêka qonaxeka nû ye, ku ligel gefan derfet jî tê de hene. Herwesa tekez li ser giringiya berdewamiya proseya aşitiyê li Tirkiyeyê, parastina serweriya Îraqê û çareserkirina bingehîn a arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê jî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, di çarçoveya panêleka taybet de di "Dîdarê Mêrî"yê de li bajarê Hewlêrê bal kişand ser rewşa siyasî û ewlehî ya deverê, proseya aşitiyê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên dî yên giring.
Qonaxeka nû li deverê û rewşa Îraqê
Serokê Herêma Kurdistanê di destpêka axaftinên xwe de di derheqa ceng û aloziyên deverê de got: "Ev rewşa ku niha çê bûye destpêka qonaxeka nû ye; di vê qonaxê de gef hene û derfet jî hene. Îraq rûbirûyî gefên aborî jî dibe, lewma pêdivî ye bizavê bike ku serweriya xwe biparêze û peywendiyên xwe ligel welatên cîran baştir bike."
Proseya aşitiyê li Tirkiyeyê; "Divê em bêhnfireh bin"
Di derheqa pirsa aşitiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ew prose cidî ye û got: "Di civînên min ên ligel serkirdeyên Tirkiyeyê û Recep Tayyip Erdogan ê serokê wî welatî de, bo min diyar bû ku proseya aşitiyê cidî ye, çi ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve be an jî ji aliyê Rêberê zîndanîkirî yê PKKê Abdullah Ocalan ve. Her çend e ev prose hêdî dimeşe, lê ev tiştekî asayî ye ji ber ku 40 sal e ku ev arîşe berdewam e û rûbirûyî yek bûn e."
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Eger wê proseyê heta niha destkeftiyekî berçav nebe jî, herî kêm rûbirûbûna leşkerî di navbera wan de rawestandiye, lewma ez li wê bawerê me ku pêngav li ser rêyeka rast in bo çareserkirina arîşeyan." Ron jî kir: “Rolê me wek Herêma Kurdistanê alîkarîkirin e, tiştê li ser milê me bû wek berpirsyarêtî me bi cih aniye û em dê berdewam bin jî, li ser vê proseyê jî divê em bêhnfireh bin.”
Tekez jî kir: “Doza Kurdan divê li gorî taybetmendiya wî welatî bête çareserkirin ê ku tê de ye. Çareserkirina pirsa Kurd li welatên dî qonax û destpêkeka nû bo Herêma Kurdistanê jî ji hemî aliyan ve dest pê dike. Herwesa Tirkiyeyê jî dibe qonaxeka giringtir û cudatir ku wesa dike rolê xwe yê xwezayî li deverê bilîze. Her kesekê ku karibe pirsa Kurdan li Tirkiyeyê çareser bike jî, hejî birina Xelata Aşitiyê ya Nobelê ye.”
Rewşa Kurdan li Sûriyeyê
Li ser rewşa Sûriyeyê û pirsa Kurdan di wî welatî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Eger em bi awayekî ketwarî lê binêrin, Kurdan li Sûriyeyê karekê gelek baş kiriye û bi awayekê ketwarbînane biryar daye û reftar kiriye. Gelek giring e ku Kurd li hemî parçeyên dî jî li gorî taybetmendiya wî welatî ketwarbîn bin. Em nikarin modela Herêma Kurdistanê di Sûriyeyê de bi cih bînin, ji ber ku ji aliyê cografya û pêkhateya civakî ve rewş cuda ye."
Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa peywendiyên xwe yên ligel Şamê de jî got: "Di civîna min a ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de, bo min diyar bû ku ew dijatiya Kurdan nake û li ser wî mijarê me danûstandin kirin."
Amaje jî da ku proseya têkelkirina hêzan li Sûriyeyê bi rengekê baş bi rê ve diçe, di proseya xwendina bi zimanê Kurdî de pêşketin heye û nasname jî bi Kurdan hatiye dan, lê pêşketina rastîn wê demê çê dibe ku mafê Kurdan û hemî pêkhateyan di destûrê herdemî de û di çarçoveya Sûriyeyeka yekgirtî de tên çespandin.
Tekez jî kir: “Gelek giring e Kurdan yek gotar bo misogerkirina mafên xwe hebe. Di awayê pêşwazî û protokola me de li Şamê ew yek ron bû ku Serokê Sûriyeyê kîn ji Kurdan re nîne û dixwaze arîşeyan çareser bike, lê bêguman avakirina Sûriyeyê demê dixwaze ji ber ku arîşe ne hêsan in.”
Cenga Îranê û helwesta Herêma Kurdistanê
Di tewerekî dî de û di derheqa rewşa Îranê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: "Hêzên Kurdî yên Rojhilat li beranberî Herêma Kurdistanê gelek bi bêberpirsyarî reftar kir û Herêm xist rewşeka gelek xirab, bi taybetî ew mijarên ku di torên civakî de dihatin belavkirin ku Herêm xiste rewşeka metirsîdar.”
Herwesa ragihand: “Siyaseta me her ji destpêka cengê ronî bû; em nabin parek ji wê cengê û nabe Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefan li ser Îranê, ew tiştekî nedestûrî û xelet e, me bi Îranê re jî ragihandiye ku em rêyê nadin tiştekî wisa rû bide."
Nêçîrvan Barzanî amaje jî kir: "Cenga Îranê û rewşa stratejî ya vê dawiyê ya Îraqê bo Herêma Kurdistanê ezmûneka gelek giring bû û em gelek bi serkeftî jê derbaz bûn, ew jî bi sedema wê hevfêmkirina di navbera hêzên Kurdî de hebû; tevî duberekiyan, me bi hev re bo parastina aramiyê kar kir ji ber ku erkê me parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye."
Di derheqa çareserkirina pirsa Kurdan li Îranê de jî got: "Derfet bo Kurdên Rojhilat jî tê pêş, lê hêşta rewş wek a Tirkiyeyê negihiştiye; ligel wê yekê jî bi rengekê cidî hizir di çareserkirina pirsa Kurdan li Îranê de tê kirin. Doza Kurdan bi înkarkirin û sepandinê çareser nabe, lewma ez baş dibînim ku ew jî li gorî taybetmendiya xwe reftarê ligel rewşî bikin."
Her li ser peywendiyên Îran û Amerîkayê û raporteka rojnamevanî li ser navbeynkariya Hewlêrê got: "Parek ji wê raportê ku behsa rolê navbeynkariya me di navbera Îran û Amerîkayê de kiriye rast bû; me ew rol lîst û çi li Waşintonê û çi li Tehranê bi rengekê erênî pêşwazî li wê bizavê hat kirin."
Vekişîna hêzên hevpeymanan ji Îraqê
Di derheqa pirsa vekişîna hêzên hevpeymanan ji Îraqê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê ron kir: "Hêzên hevpeymanan li ser daxwaza Îraqê bo rûbirûbûna DAIŞê hatin, bi wî şertî ku Amerîka serperiştiya wan bike. Niha piştî 10 salan rewş hat guhartin û asayî ye eger Îraqê pêdivîtî bi wê hevpeymaniya mezin nemabe. Lê divê em ketwarbîn bin; parastina serweriya welatî tenê derxistina hêzan nîne, belku pêdivî ye Îraq peywendiyên bihêz ligel welatan çê bike, asmanê xwe biparêze û çekê komên çekdar kontrol bike; nabe ji Îraqê ve êrîşî ser welatên cîran û Herêma Kurdistanê bê kirin."
Tekez jî kir: "Ên ku li ser erdê DAIŞ şikand Hêza Pêşmergeyan û hêzên Îraqî bûn û Pêşmerge niha jî bo qurbanîdanê amade ne. Bo xweparastina ji her gefekê, li rêza yekê pêdivîtiya me bi sîstema berevaniyê heye, li rêza duyê jî pêdivîtiya me bi dîplomasî û diyaloga rast heye."
Arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê
Di derheqa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, Nêçîrvan Barzanî got: "Arîşeya cewherî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bicihneanîna destûrê ye. Di Îraqê de sîstema federalî bi rengekê kiryarkî nayê peyrewkirin, belku bi komeka qanûnên kevn reftar ligel Herêma Kurdistanê tê kirin û her serokwezîrek ku tê eynî tiştî dubare dike.”
Tekez jî kir: “Kîlîla çareseriyê destûr e, ji ber ku bicihanîna wê wesa dike ku hemî kes hest bi welatîbûnê bikin. Bo me di Herêma Kurdistanê de pirsên wek parvekirina serwet û samanî, qanûna petrol û gazê, parvekirina dadperwerane ya dahatî û pirsa Dadgeha Federal giring in; eger ew bên çareserkirin, arîşeyên dî bi hêsanî tên çareserkirin."
Pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê behsa proseya pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: "Di pirsa paşketina pêkanîna hikûmetê de me rekordeka gelek xirab tomar kiriye, lê heftiya borî me civîneka baş ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir, di vê heftiyê de yan di destpêka heftiya bê de em dê hin civînên dî jî bikin, bi wê hêviyê ku em bigehin çareseriyê. Em dilxweş in ku di pirsên stratejî de helwesta PDK û YNKê nêzî hev bûye."