Urmiye di berhemhênana sêvan de li seranserê Îranê di rêza yekem de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Mergewerê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê li Rojhilatê Kurdistanê, ev çend roj in werzê çinîna sêvan dest pê kiriye û bi hezaran karker di nav bax û baxçeyan de mijûlî komkirina berheman in. Li gorî texmînan, îsal li parêzgeha Urmiyeyê zêdetirî milyonek û 400 hezar ton sêv tê berhemhênan, ku ev hejmar ji sedî 30 heta 33yê tevahiya berhema sêvên Îranê pêk tîne.

Di nava bajarên parêzgehê de jî, devera navendî ya Urmiyeyê bi tenê zêdetirî 450 hezar ton berhem radike û bi vî rengî di asta parêzgehê û li seranserê Îranê de gihîştiye asta yekem a berhemhênana sêvan.

Ji ber barîna baş a barana biharê û guncawbûna keşûhewayê, berhema îsal li gorî salên borî zêdetir e û zirarên sermayê jî kêm bûne.

Ferhad Xurremî, ku baxçevanekî herêmê ye, derbarê kalîteya sêvan de dibêje: "Sêva herêma Urmiyeyê ji mêj ve bi navûdeng e; hem ji aliyê çêj û kalîteyê û hem jî ji aliyê reng ve. Bi taybetî li devera Mergewerê û newalên wekî Qasimlû û Barandizê her dem sêvên herî baş şîn dibin. Xweşbextane ji ber keşûhewayê guncaw, sêva îsal pir bedew, paqij û li gorî daxwaza bazarê ye."

Tevî zêdebûna berhem û kalîteyê, cotkar û bazirgan ji ber kêmbûna buha û giranbûna lêçûnan dilgiran in. Mesrefên zibil, dermanên çandiniyê, karkeran û sindoqan sê qat zêde bûne, lê nirxê sêvan li hember lêçûnan kêm e.

Bazirganê sêvan Siyamend Xoşmeram amajeyê bi vê rewşê dike û diyar dike: "Hemû tişt sê qat buha bûye, lê nirxê sêvan li şûna ku bilind bibe, daketiye. Par sêvên bin darê ên pîşesaziyê heta 28 hezar tûmenan dihatin firotin, lê îsal heman kalîte bi 16 hezar tûmenî ye. Ji ber wê yekê dahat têra lêçûnên cotkaran nake."

Ji ber ku berhema sêvan ji pêdiviya bazara navxweyî gelekî zêdetir e û hikûmetê jî rê li ber hinardekirinê zehmet kiriye, baxçevan neçar dimînin sêvên xwe bixin sarincxaneyan, da ku di demsala zivistan û biharê de bi bihayekî baştir bifroşin.

Li parêzgeha Urmiyeyê nêzîkî 490 sarincxaneyên hilanînê hene ku dikarin zêdetirî milyonek û 300 hezar ton sêv di xwe de bihêlin.

Rêveberê Sarincxaneya Dalamperê, Selah Yehyazime derbarê heqdestê hilanînê de bal kişand ser hevsengiya buhayê bazarê û got: "Nirxê hilanînê di sarincxaneyan de divê adilane be û li gorî buhayê firotina sêvan bê diyarkirin. Mînak heke xizmetguzariyên dewletî ji sedî 10 bin, divê li gorî firotina cotkar be; eger sêv bi 50 hezarî bê firotin bila 5 hezar be, eger bi 10 hezarî be bila heqê sarincxaneyê jî 1000 tûmen be da ku kes zirarê nebîne."

Li seranserê parêzgeha Urmiyeyê zêdetirî 70 hezar hektar baxên sêvan hene, ku ji wan 21 hezar hektar dikeve sinorê devera Urmiyeyê bi xwe. Urmiye salane bi rêjeya zêdetirî ji sedî 30ê sêvên tevahiya Îranê, wekî paytexta berhemanîna sêvê li wî welatî tê nasîn.