Encûmena Wezîran: Divê 14.14% bibe bingeha diyarkirina pişka Kurdistanê di budceya giştî ya Îraqê de
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku rêjeya rastîn a şêniyên Herêma Kurdistanê %14.14 ye û divê ev rêje bibe bingeha diyarikirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal de. Tekez jî kir ku divê mûçe û mafên darayî yên fermanberan, Pêşmergeyan, xanenişînan, kesûkarên şehîdan, zindaniyên siyasî û mifawergirên çavdêriya civakî li Herêma Kurdistanê û pileyên wezîfî û terxankiriyên darayî bi awayekî wekhev bên dabînkirin, bi eynî pîverên hevrengên wan li cihên din ên Îraqê û bêyî girêdana bi duberekiyan û danana berbestên nerewa, ew jî li gorî destûr, qanûn û biryarên pabendkarên dadgeha bilind a federalî.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026ê, bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, civitya.
Di tewerê yekê yê vê civînê de, pêşveçûn û encamên dawiyê yên danûstandinên navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya amadekirina reşnivîsa qanûna budceya giştî ya federal a Îraqê bo sala 2027ê de pêşkêşî Encûmena Wezîran hat kirin.
Di vî warî de, şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raportek li ser encamên civînên vê dawiyê ligel Wezareta Darayî ya Federal û wan nivîsar û pêşniyarên ku heta niha hatine rojevê pêşkêş kir. Piştî danûstandinan û nirxandina encamên danûstandinan, Encûmena Wezîran têbînî û nîgeraniyên xwe li ser hin nivîsar û pêşniyaran diyar kir û tekez li ser pêdivîtiya liberçavwergirtina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê kir.
Encûmena Wezîran tekez dike ku rêjeya rastîn a şêniyên Herêma Kurdistanê, li gorî encamên serhejmêriya giştî ya şêniyan a sala 2024ê, 14.14% ye û divê ev rêje bibe bingeha diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal de.
Encûmena Wezîran tekez jî kir ku mûçe û mafên darayî yên fermanberan, Pêşmergeyan, xanenişînan û kesûkarên şehîdan û zindaniyên siyasî û mifawergirên çavdêriya civakî li Herêma Kurdistanê û pileyên wezîfî û terxankiriyên darayî bi wekhevî bên dabînkirin, bi eynî pîverên hevrengên wan li cihên dî yên Îraqê û bêyî girêdana wê bi duberekî û danîna asteng û berbestên nerewa, ew jî li gorî destûr, qanûn û biryarên pabendker ên Dadgeha Bilind a Federal.
Encûmena Wezîran piştgiriya xwe bo şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir û tekez li ser berdewamiya danûstandinan ligel Hikûmeta Federal kir, bi armanca bidestxistina lihevkirneka dadperwerane û destûrî ku mafên Herêma Kurdistanê û welatiyan biparêze û çareseriyeke herdemî, cîgir û dadperwerane bo arêşeyên darayî dabîn bike.
Di bendeka dî ya vê civînê de, Encûmena Wezîran pêşniyara Wezareta Kar û Karûbarên Civakî pejirand, li ser lêborîna ji seranserî cezayên paşkeftina di danîna tevlîbûnên garantiya civakî de, bi wê şertî ku di 90 rojên kar de tevahiya qerzên xwe yên li ser hev kombûyî bidin sindoqa garantiya civakî.
Merem ji vê biryarê hêsankarîkirina bo xwediyên kar û piştevanîkirina wan e bo pabendbûna bi dana tevlîbûnên garantiya civakî û zêdekirina dahatên sindoqa garantiya civakî, ku dahatên vê sindoqê bo xizmetkirina kedkaran û parastina mafên wan û dabînkirina mûçeyên xanenişîniya wan bê bikaranîn.