Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 90 karton derman pêşkêşî Tenduristiya Hesekê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya berdewamiya kar û xebatên xwe yên mirovî de, 90 karton derman û pêdiviyên bijîşkî radestî Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê kir.
Dezgehê îro 17ê Cotmehê belav kir, di çarçoveya hewlên berdewam ên di warê saxlemî û tenduristiyê de, wan roja 14ê Cotmeha 2026an alîkariyeke nû ya bijîşkî ku ji 90 karton derman û pêdiviyên tenduristiyê pêk dihat, ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê re dabîn kir.
Ev gav di çarçoveya piştevaniya berdewam a dezgehê de ji bo kerta tenduristiyê, bihêzkirina şiyana nexweşxane û saziyên dermankirinê û her wiha baştirkirina asta xizmetguzariyên bijîşkî ji bo welatiyan hatiye avêtin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wekî rêxistineke pêşeng a mirovî, heta niha li Rojavayê Kurdistanê û çendîn parêzgeh û bajarên din ên Sûriyeyê alîkariyên curbicur ên xwarin, tenduristî û lojîstîkî pêşkêşî malbatên hejar û hewcedar dike.