Hevserokên DEM Partiyê serdana Serokê Partiya Nû kir

Enqere (K24) – Li Enqerê Hevserokên DEM Partiyê di çarçoveya proseya aştiyê û mijarên di rojevê de serdana Navenda Giştî ya YENÎ Partiyê kir û Ozgur Ozel re civiyan. Piştî hevdîtinê Bakirhan diyar kir ku nabe aştî di navbera desthilat û opozîsyonê bibe mijara pêşbaziyê û divê yaseya çarçoveyê êdî bê cibîcîkirin. Serokê YENÎ Partiyê Ozel jî da zanîn ku divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin ku hêj yên hilbijartî girtî ne û qeyûm ser kar in.

Li Enqerê di warê proseya aştiyê de hevdîtinên bi partiyên siyasî re xurt dibin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya YENÎ Partiyê serdana Serokê wê yê Giştî Ozgur Ozel kirin. 

Di hevdîtina ku nêzî du saetan berdewam kir de de rewşa proseya aştiyê, gavên demokratîk ên piştî yasaya çarçoveyê, qeyrana fonê û pêwîstiya Lijneya Çavdêriyê hatin axaftin. Piştî hevdîtinê Bakirhan diyar kir ku pêdiviya herî lezgîn a Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêkan e bi aqilê hevpar û muzakereyê û divê gavên bo proseyê jî bi lez bên avêtin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di vî warî de got: “Em bi yaseya çarçoveyê re ketin serdemeke nû û derbasbûna wê qonaxeke girîng bû. Êdî bendewariya civakê ew e ku yase bikeve meriyetê û rêziknameyên duyemîn bên kirin. Aştî nabe ku di navbera desthilat û opozîsyonê de bibe mijara pêşbaziye.”

Tuncer Bakirhan herwesa nirxand: “Nirxa yaseyekê tenê di cîbicîkirina wê de tê fêmkirin. Ji bo cîbicîkirina vê yaseyê di rêza yekem de bar dikeve ser milê civakê, partiyên siyasî û meclisê ku erka xwe bînin cih. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê serokê meclîsê da ji bo avêtina gavên pêwîst rê veke.”

Di wê hevdîtinê de ligel serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî, Alîkara Hevserokên DEM Partiyê Ozlem Gunduz, Serokwekîlê YENÎ Partiyê Murat Emîr, Alîkara Serokê Giştî Gîzem Ozcan û parlamentera Yenî Partiyê Selîn Sayek Boke jî cîh girtin. Ozel diyar kir ku ew di pêvajoya aştiyê de helwesta xwe didomînin û li aliyê rast ê dîrokê cih digirin

Serokê Giştî yê YENÎ Partiyê Ozgur Ozel jî ragihand: “Di proseya aştiyê de, danîna çekan û dawîhatina pevçûnan de zirarê kesî tune ye, her kes bi qezenc e.Ji bo demokrasiyê girîng e ku opozîsyon bi rihetî bixebite û di meseleyên bingehîn de bi hev re li ber xwe bide.”

Ozgur Ozel herwesa got: “Di vê çarçoveyê de, ji bo gavên demokratîkbûnê yên di beşa 7emîn a rapora komîsyonê ya ku me mohra xwe li binê wê xistiye de, divê her kesê di parlamentoyê de pêngavê biavêjin. Çimkî yên hatine hilbijartin hîn di girtîgehê de ne, qeyyûm li ser kar in û biryarên darazê nayên cîbicîkirin.”

Herwiha Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku Tirkiyeyê jî divê li hemberî vê vekişîna PKKê ji herêmên sînor gavên erênî biavêje avêtin, paqijiya rêyê bike û zemînekî demokratîk ava bike ku tê payîn di rojên pêş de şandeya DEM Partiyê serdanên xwe bidomîne.