Îranê êrîşa li ser bingeha Konarekê ragihand û Amerîkayê red kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê belav kir ku bingeha deryayî ya "Konarek"ê ya girêdayî artêşa Îranê li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê wî welatî rûbirûyî êrîşeke Amerîkayî bûye, lê li hember berpirsekî bilind ê Waşintonê ew nûçe bi temamî red kirin.
Ajansa nûçeyan a "Fars"ê ya Îranî îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, belav kir ku di seetên serê sibeha îro de hêzên Amerîkayê du mûşek arasteyî bingeha Konarekê kirine û di encamê de du serbazên Îranî birîndar bûne, herwesa hinek çavkaniyên din ragihand ku wan her du serbazan canê xwe ji dest da.
Ji aliyekî din ve, malpera "Gooya News"ê ya Îranî ron kir ku balafirên cengî yên hêza deryayî ya Amerîkayê di bersiva hêzên Îranê de bo lêdana keştiyeke cengî ya Amerîkayî ya "Arleigh Burke"ê li bakurê Deryaya Erebî, bingeheka hêza deryayî yên girêdayî artêşa Pasdaran li "Konarek"ê kiriye armanc.
Li gorî wê çavkaniyê, balafirên cengî yên "F-18 Super Hornet" ku ji keştiya balafirhelgir a "USS George H.W. Bush" firîne ew êrîş kiriye û îhtîmala weşandina hin gurzên din jî heye.
Li beranberî van zaniyaran jî, berpirsekî Amerîkayî di daxuyaniyekê de bo tora nûçeyan a "CNN"ê seranserî wan nûçeyan red kir û ragihand ku hêzên Amerîkayê ti êrîş nekirine ser bingeha deryayî ya Konarekê li Îranê.
Bingeha deryayî ya "Konarek"ê li cihekê peravî yê stratejîk li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê li ser Deryaya Omanê û bingeh û dezgehên girîng ên hêza deryayî ya artêşa Îranê vedigire.