Jineke Kirmaşanî derfeta kar ji bo 87 jinan peyda dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Karsaza Kurd a ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Ekrem Muhibî, xewna zaroktiya xwe ya di warê xalîçehûnandinê de veguhart projeyeke aborî ya serkeftî û niha derfeta kar ji bo 87 jinan dabîn dike, ku piraniya wan debara malbatên xwe dikin.
Li gorî raporeke ajansa "Fars"ê, Ekrem Muhibî ev pîşe ji dayik û dapîra xwe fêr bûye. Wê di sala 2011an de bi sermayeyeke pir kêm dest bi vî karî kir. Pêşî tenê bi firotina madeyên xam dest pê kir, lê bi demê re karê xwe berfireh kir û kir şirketek. Niha jî berhemên xwe bi markeya "Bax Gerê Kirmaşan" derdixe bazarê.
Tevî hemû astengî û cezayên aborî, Muhibî kariye berhemên xwe bigihîne pêşangehên navneteweyî li welatên wekî Awistirya, Macaristan, Gurcistan, Tirkiye û Iraqê.
Herwiha peymaneke wê ya salane bi aliyekî Çînî re heye ku salê 100 xalîçeyên destçêkirî ji wan re bişîne.
Ji bo parastina orîjînalbûna xalîçeyên herêmê û rêgirtina li firotina wan bi navê markeyên din, ev proje bi hevkariya Navenda Neteweyî ya Xalîçeyan û rêxistina navneteweyî ya GS1ê dixebite, da ku ji bo her xalîçeyekê nasnameyeke elektronîk (koda QR) çêbike. Ev kod dê agahiyên berhemê û navê jina ku ew xalîçe hûnandiye di nav xwe de bigire.
Muhibî hewl dide nexşe û motîfên kevnar ên devera Sunqur û Kuliyayiyê zindî bike. Herwiha ew niha kar li ser nivîsandina pirtûkekê bi navê "Bazarvaniya Dîjîtal ji bo Xalîçeyên Destçêkirî" dike û hewl dide amûreke biçûk ji bo derxistina rîşalan pêş bixe.
Derbarê zehmetî û bandora dorpêçên aborî de, Muhibî destnîşan dike, rewşa dawî ya Îranê û dorpêça li ser bendergehan astengî ji bo hinardekirina mezin çêkirine, lê tevî vê yekê jî têkiliyên wan bi rêya daxwazên takekesî bi kirînerên biyanî re bê navber dewam dikin.