Li Sineyê goristaneke dîrokî ya 2800 salî hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Goristana Zagrosê ya li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama kolandinên şûnwernasiyê de gelek gor û berhemên dîrokî yên ku temenê wan digihêje nêzîkî 2800 sal berê hatin dîtin.
Goristana Zagrosê ku li başûrê rojavayê bajarê Sineyê û li bintara Çiyayê Awiyerê ye, dîroka wê vedigere Serdema Hesinî. Tîmeke şûnwernasan a Zanîngeha Bûelî Sîna ya Hemedanê, di qonaxa duyem a kolandin û lêkolînan de gelek gor û bermahiyên hestiyên mirovan ên Serdema Hesinî û her wiha berhem û bermahiyên avahîsaziyê yên serdema Eşkanî û Sasaniyan bidest xistin.
Endamê tîma şûnwernasiyê ya Zanîngeha Hemedanê Kazim Melazade derbarê xebatan de ji Kurdistan24ê re got: "Li vê beşa jêrîn me pênc xal kolane; çendîn gor hatine dîtin û xebatên me dewam dikin. Li ser gir jî bermahiyên jiyanê yên serdemeke cuda derketine. Ev goristan vediger Serdema Hesinî ya Sêyem, ango hezarsala yekem a beriya zayînê; bi awayekî diyarkirî navbera salên 750 heta 500î yên beriya zayînê. Lê bermahiyên jiyanê yên li ser gir ji serdemeke nêzîktir in û dibe ku yên serdema Eşkanî an Sasaniyan bin."
Li gorî lêkolînên li ser şêwaza veşartina miriyan û hestiyên hatine dîtin, diyar dibe ku xelkê wê serdemê li ser baweriya ola Mîtrayî (Rojperestî) bûne û miriyên xwe li gorî rîtuelên baweriya xwe û ber bi rojê ve veşartine.
Welatiyên Sineyê daxwaz ji berpirsên bajêr dikin ku ev qada dîrokî neyê paşguhkirin û lê mûzexaneyek were avakirin. Perestû Muradî di vî derbarî de anî ziman: "Em daxwazê ji berpirsan dikin ku vir bikin mûzexane, da ku hem xelkê Sineyê dîroka xwe baştir nas bike, hem jî geştiyarên ku tên bajêr derbarê vê derê de bibin xwedî agahî."
Ev goristan cara yekem di sala 2008an de di dema çêkirina rêyekê de li rex Çiyayê Awiyerê, bi derketina 6 gor û hestiyên 6 kesan hatibû dîtin û çend meh piştre qonaxa yekem a kolandinê hatibû destpêkirin. Qonaxa duyem a xebatan jî, ev sê hefte ne dest pê kiriye û tê çaverêkirin ku hefteyek din jî dewam bike.