Li Hewlêrê bi 717 mîlyon dînar kevirê bingehîn ê du projeyan hat danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi sermayeya 717 milyon dînar ku ji dahata Serokatiya Şaredariya bajêr hatiye terxankirin, kevirê bingehîn ê du projeyên xizmetguzariyê li Gundê Korî û Girdcotyarê hat danîn.
Merasîma danîna kevirê bingehîn bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştuguzarê Sasan Ewnî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û hejmarek ji rayedarên rêveberiyên pêwendîdar birêve çû.
Armanca van projeyan gihandina xizmetguzariyên bingehîn e ji bo xelkê her du deveran, ku vekirina kolan û cadeyên navxweyî li xwe digire.
Wezîrê Şaredarî û Geştuguzarê Sasan Ewnî derbarê projeyan de daxuyaniyek da ragihandinê û got: "Ev proje di çarçoveya pêngavên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne ji bo gihandina xizmetguzariyan bo taxên nû. Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tevî dijwariya rewşa darayî jî projeyên xizmetguzariyê di bin ti şert û mercan de nasekinin û dê bi hemû awayî berdewam bin."
Li aliyê din, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku ev kar beşek in ji qonaxa yekem a avadankirina taxên nû yên Hewlêrê û bersivdana bilez a daxwazên şêniyên deverê ne.
Xoşnaw anî ziman ku bi saya gav û çaksaziyên Serokwezîr ên ji bo kêmkirina lêçûnan, derfet çêbûye ku li ser dahata navxweyî xizmetguzarî bên cîbicîkirin. Di dawiya axaftina xwe de, spasiya tîmên Wezareta Şaredariyê û aliyên peywendîdar kir ji bo cîbicîkirina van xebatan.